Birayê Şehîd Mirad daxwaza lêkolînkirina êrişa dijî ragihandina azad dike

Du roje konê sersaxiyê li mala nûçegihanê me Mirad Mîrza ya Şengalê hatiye vedan, xizim, meclis, saziyên Rêveberiya Xweser û hem pîşeyên wî serdana konê sersaxiyê dikin û xema malbatê parve dikin. Birayê şehîd Mirad, Elî Mîrza jî diyar kir, şehîd şehîdê Êzidxanê hemûye û banga lêkolînkirina êrişa li ser rojnamevanan li Iraq û saziyên peywendîdar kir.

Dewleta Tirk a dagirker 8’ê Tîrmehê bombe li seyareya ragihandina azad ya Çira TV û FM’ê barandibû û di encamê de peyamnêra Çira TV’yê Medya Hesen Kemal, peyamnêrê Çira FM’ê Mirad Mîrza Birahîm, li gel kedkarê çapemeniya azad Xelef Xidir birîndar bûbûn. Ji ber birîna Mirad Mîrza giran bû, heman rojê rakiribûn nexweşxaneya Mûsilê. Piştî têkoşîna çend rojan derengê şeva 11’ê Tîrmehê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Duh li mezargeha Girê Gewra ya Sikêniyê ku dikeve ser Tilizêrê ji aliyê hevalên xwe yên kar, xizmên xwe û Rêveberiya Xweser ve bi awayeke girseyî hate veşartin.

Ji duh ve li mala şehîd Mirad ya li Şengalê konê sersaxiyê hatiye vedan, saziyên Rêveberiya Xweser, xizm û nasên şehîd, xelkê herêmê yên agahdarin ji êrişa dewleta Tirk serdana konê sersaxiyê dikin.

Konê sersaxiyê sibe bi dayîna xêra şehîd wê bi dawî bibe. Birayê şehîd Mirad Elî Mîrza Birahîm têkildarî şehadeta birayê xwe ji ajansa me re axivî.

‘Şehîdê hemû Êzidxanê ye’

Elî Mîrza diyar kir, şehîd şehîdên Êzidxanê ne û wiha axivî: “Ez birayê şehîd Mirad’im, birayê min Mahîr jî di dema DAIŞ’ê de winda bûye, nayê zanîn li kû ye. Şehîd hemû şehîdên Êzidxanê ne. Ez xêrhatina hemû kesên bi me ve hatine û serdana vir dikin, dikim. Bi saya xwedê û tawisê melek em ê bigihijin hedefa xwe.

‘Eger yek ji me nemîne jî em terka Êzdayetiyê nadin’

Li ser Êzdayetiyê  eger yek ji me nemîne jî, em terka wê nadin. Li seyareyeke medeniyan hate xistin, banga me li saziyên hikûmiye ku mafê wan winda nebe. Divê lêkolîn derbarê êrişê de were kirin, ji ber ragihandin serbixwe ye û ne ser ti hizbek anjî aliyekin.”

 

Cîgirê Hevserokên Desteya Rêveber a Şengalê Dexîl Îbrahîm jî ku li gel sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser li konê sersaxiyê bû, bi navê Rêveberiya Xweser a Şengalê sersaxî ji malbata Mirad Mîrza re xwest û vê peyamê da: “Sersaxiyê ji hemû ragihandinê û malbata şehîd Mirad re dixwazim. Dixwazim bi van lêxistinan pêşî li vegera gel bigirin û xelk çav tirsandî bikin. 8’ê Tîrmehê navbera Til-Qeseb û Şengalê de seyareyeke ragihandinê û yek jî welatiyên me hate hedef girtin. Em selametiyê ji hemû birîndaran re dixwazin. Em weke rêveberiya Xweser û Desteya Rêveber li xêra şehîdin. Em ê çend qat tola şehîdan hilînin. Cihê wî cihê bihûşt e. Şehîd ji me tevan biqedirtir in. Bila dijmin baş bizanibe, emê tola şehîdan hilînin.”

 

Show More
Back to top button