Rojnamevan Mirad Mîrza bi awayeke girseyî hate oxirkirin
Peyamnêrê me, rojnamevan Mirad Mîrza Birahîm li goristana Qîraniyan ya Sikêniyê bi tevlîbûna hevalên xwe yên kar, hem pîşeyên xwe, Rêveberiya Xweser û malbata xwe bi awayeke girseyî hate oxirkirin.
Peyamnêrê me, Mirad Mîrza ku 8’ê Tîrmehê dema ji Til-Qesebê vedigeriya Şengalê, li gel du hevalên xwe yên ragihandinê bûbû hedefa balafira dewleta Tirk a dagirker û li gel du hevalên xwe yên kar û 3 welatiyan bi giranî birîndar bûbû.
Ji ber birîna wî giranbû heman rojê rakiribûn nexweşxaneya Mûsilê û li wir dihate dermankirin. Şevê din dema emeliyatê de li nexweşxanayê şehîd bû. Serê vê sibehê piştî karûbarên otopsiyê derbasê Şengalê hate kirin. Li ser daxwaza malbatê li goristana Girê Gewr ku ayîdê Qîraniyane li Sikêniyê ji aliyê hevalên xwe yên kar, hem pîşe, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û xizmên xwe ve bi awayeke girseyî spartin axê.
Di dema merasîma spartina axê de hêrs û xemgînî serwer bû.
Hevalên wî yê kar, kamerayê danîn ser gora wî û peyamên bilindkirina têkoşîna li dijî dagirkerî û xiyanetê hate dayîn.
Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Riham Hesen di heyama merasîma oxirkirina şehîd Mirad Mîrza de ji Rojnews’ê re axivî û wiha got: “Di encama êrişeke dewleta Tirk a dagirker de hevalek me yê bi navê Mirad şehîd bû. Di şexsê hevalê Mirad de em bejna xwe li ber hemû şehîdên fermanê de di tewînim. Ev êriş ne ji fermanê qut e. Eger hîn jî êriş li ser keç û xortên me tên kirin, tê wê wateyê ku hîn jî ferman dewam dike. Êrişkirina ser rojnamevanan tê wê wateyê ku dixwazin gel bêdeng bikin. Ji bo ev gel ne peyîve û timî rastî bê veşartin, êriş li dijî rojnamevanan tê kirin. Ji ber di dema fermanên din de rojnamevan nebûn binivîsin û ji dîrokê re bihêlin, lewma tenê weke nav û hejmarî ma. Yên fermanan pêkanîn Osmanî bûn, yên niha êriş dikin jî neviyên Osmaniyanin. Di şexsê van ciwanên me yên pêşeng de êriş dewam dikin. Her şehîdek temsîla dozek dike. Hedefgirtina wan hedef girtina hebûna Êzdayetiyê ye.”
Riham Hesen di dewama axaftina xwe de balkişand li ser bêdengiya beramberî van êrişan û wiha domand: “Yên ku îdîa dikin li parlementoyê temsîla Êzidiyan dikin, çima li beramber êrişan bêdengin? Eger tenê di ziman de dibêjin, em nûnerên Êzidiyanin, wê kes îthaf bi wan neke. Herkes li pratîk dinêre. Nûner di vê di demên teng de li cem gelê xwe bin. Me qonaxên herî giran bi gelê xwe re derbas kiriye, dikarin vê qonaxa zehmet jî bihevre derbas bikin. Emê ti carî jî bêdeng nemînin. Xwestin rastiyê berovajî bikin, lê êdî ev hewldanên wan ji aliyê xelk ve deşîfre bûye. Ew mirovên ku rastiyê berovajî dikin, dikevin û kes jî li dora wan namîne. Tolhildana van hevalên me wê bi yekîtiya me be. Em ji dayîkên me yên timî rondikên wan dibarin re dibêjin, emê heyfa van şehîdan rakin.”
Heman demê Cîgirê Hevserokên Desteya Rêveber a Şengalê Dexîl Birahîm jî ji Rojnews’ê re axivî û wiha anî ziman: “Ev seyareya zarokên me bû, rojnamevan bûn. Ev kafirê Erdogan rojnamevanan hedef girt, lê di ti qanûnek de tiştek wisa nîne. Balafirên wan du seyareyên xelkê bombe kir. 6 kes di seyareyan de bûn, her şeş jî birîndar bûn. Yek ji wan birîndaran di nexweşxaneyê de şehîd bû. Wisa dizanin eger yek du ji me kuştin, emê gav bi paş ve biavêjin. Emê tola şehîdên xwe rakin û dest ji vê rêxistina xwe jî bernedin.”
Dexîl Îbrahîm herî dawî diyar kir ku ev êrişên pêktên kiryarên DAIŞ’ê ne û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Divê bizanin wê gelê me ti carî teslîm nebe. Em bi navê Desteya Rêveber sersaxî ji malbata şehîd re dixwazin. Şehîd namirin.”