DMME’yê ji ber ‘binpêkirina azadiya îfadeyê’ Tirkiye mehkûm kir
DMME’yê di serlêdana Veysî Aktaş ya têkildarî nedana pirtûka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, Tirkiye mehkûm kir.
Veysî Aktaş ku tevî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 40 mehin agahî jê nayê wergirtin, di sala 2016’an de serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dabû. Biryara li ser vê serlêdanê hate eşkerekirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê DMME’yê ji ber ‘binpêkirina azadiya îfadeyê’ Tirkiye mehkûm kir.
Her wiha biryar da ku Tirkiye hezar Euro tazmînatê di nava 3 mehan de bide.
Hêjayî gotinêye ku kopya pirtûka ‘Çareseriya Şaristaniya Demokratîk’ a ji 5 bergan ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêya postayê ji Veysî Aktaş re hatibû şandin, lê belê Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê nedabû.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî têkildarî mijarê di 6’ê Kanûna 2016’an de serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dabû.