Vaye nav û wêneyên çeteyên DAIŞ’ê yên ku bi alîkariya PDK’ê wê bînin Başûrê Kurdistanê
Nav û wêneyên 416 çeteyên DAIŞ’ê yên dewleta Tirk ku bi hevkariya PDK’ê wê di rojên pêş de li Başûrê Kurdistanê werin bicihkirin, hatin belav kirin.
Nav û wêneyên 416 çeteyên DAIŞ’ê yên dewleta Tirk ku bi hevkariya PDK’ê wê di rojên pêş de li Başûrê Kurdistanê werin bicihkirin, hatin belav kirin.
Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Başûrê Kurdistanê didomin, rêbaza nû ya dewleta Tirk jî anîna çeteyên DAIŞ ya li Başûrê Kurdistanê ye.
Malpera Spee Media ku li Başûrê Kurdistanê weşanê dike, nav û wêneyên çeteyên DAIŞ’ê ku tê payîn ji aliyê dewleta Tirk ve, bi alîkariya PDK’ê li Başûrê Kurdistanê dijî gerîlayên azadiyê bide şerkirin, belav kir.
Li gorî nûçeya malperê ew çeteyên DAIŞ’ê li Efrînê hatine perwerdekirin û biryare dewleta Tirk bi cil û bergên leşkerî yên Artêşa Tirk ve, bîne Başûrê Kurdistanê.
Malperê ji 800 çeteyan, nav û wêneyên 416 çeteyên DAIŞ’ê ku biryare dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê di rojên bê de bîne Başûrê Kurdistanê belav kir.
Li gorî malperê, çeteyên behsa wan tên kirin piraniya xwe di şerê dagirkirina Efrîn û piştre yê Serêkanî û Girê Spî de jî cihê xwe girtine. Li gorî nûçeyê hîn jî komek din ya çeteyan li Efrînê tên perwerdekirin û amadekirin.
Hêjayî gotinê ye beriya niha jî berdevkê YNK’ê Seedî Ehmed Pîre ragihandibû zêdetirî 300 terorîstên DAIŞ’ê hatine herêma Berwarî Bala.
Hûn dikarin nav û wêneyên çeteyên DAIŞ’ê ku şêweyê PDF hatiye belavkirin jivir bigirin