YNK: Êrişên Tirkiyeyê binpêkirina serweriyê ye
Berdevkê YNK’ê Seedî Ehmed Pîre da zanîn ku êrişên dewleta Tirk yên li ser Herêma Kurdistanê binpêkirina serweriya xaka Herêma Kurdistan û Iraqê ye û got; “Şer pirsgirêkan çareser nake.”
Berdevkê YNK’ê Seedî Ehmed Pîre di daxuyaniyek rojnamevaniyê de, behsa êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Herêma Kurdistanê kir.
Pîre destnîşankir ku êrişên dewleta Tirk yên li ser Herêma Kurdistanê, binpêkirina serweriya xaka Herêma Kurdistan û Iraqê ye.
Seedî Ehmed Pîre got ku bijardeya şer pirsgirêkan çareser nake.
Hêjayî gotinê ye bi rojane dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê tevî leşkeran, wesayîtên zirxî dişîne Başûrê Kurdistanê. Dewleta Tirk êriş dike, gundan dişewitîne û dagirkeriya xwe berfireh dike.
Beriya niha bi demekê jî Seedî Ehmed Pîre ragihandibûku dewleta Tirk 300 çeteyên DAIŞ’ê aniye sînorê Dihokê û bicih kiriye.