Ji helîkopterê kes rizgar nebû: Serokkomarê Îranê jî mir
Rêvebirê Ofîsa Serokkomarê Îranê Muhsîn Mensûrî ragihand ku Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di qezaya duh de jiyana xwe ji dest daye. Ji helîkopterê ke ne felitî.
19’ê Gulanê Helîkoptera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî li herêma Culfayê ya Tewrêzê ketibû xwarê.
Di helîkoptera serokkomarê de tevî serokkomarê Îranê Reîsî, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Abdulahiyan, Parêzgarê Azerbeycanê Melik Rehmetî û Muftiyê Tewrêzê Ayetullah El Haşim hebûn.
Heya derengiya şevê xebatên lêgerînê dewam kirin.
Rêvebirê Ofîsa Serokkomarê Îranê Muhsîn Mensûrî ragihand ku Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û şandeya pê re jiyana xwe ji dest dane.
Helîkoptera Reîsî piştî demek dirêj hat dîtin, medya Îranê ragihand ku ji helîkopterê kes sax rizgar nebûye.
Di helîkopterê de kî hebûn?
Di helîkoptera ketî xwarê de tevî serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Abdulahiyan, Melayê Înê yê Tewrêzê Ayetulah El Haşim û Parêzgarê Azerbeycana Rojhilat Melîk Rehmetî jî hebûn. Herwiha hate gotin ku 2 rayedarên leşkerî yên Supaya Pasdaran û 3 muretebat jî di heman helîkopterê de bûn.
Danê siharê rayedarên Îranê ragihandin ku tevî serokkomar Reîsî hemû kesên di helîkopterê de jiyana xwe ji dest dane.
Serokkomarê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî peyamek sersaxiyê hate weşand.
Sudanî di peyama xwe de got; “Em ji Rêberê Komara Îslamî Elî Xamineyî, Hikûmeta Îranê û gelê Îranê re ji dil û can serxasiyê dixwazin. Em di vê karesata giran de li kêleka gelê Îranê ne.”