Kedkarê civaka me Hecî Akbûlût koça dawî kir

Xebatkarê Mala Êzidiyan a li bajarê Elmanya Weselê Hecî Akbûlût koça dawî kiriye. NAV-YEK'ê sersaxî ji civaka Êzidî re xwest û bal kişand ser ked û xizmeta Hecî Akbûlût a ji bo yekîtî û tifaqa civaka me

Hate ragihandin ku xebatkar û endamê Mala Êzidiyan Hecî Akbûlût doh ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest daye.

Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan (NAV-YEK) ji ber koça dawî ya Hecî Akbûlût peyamek sersaxiyê weşand. Di peyamê de hate ragihandin ku ew bi xemgîniyeke mezin bi koça dawî ya hevrêyê xwe, dilsoz û xebatkarê civaka xwe hesiyan e.

NAV-YEK’ê ragihand ku Hecî Akbûlût ji gundê Bacinê yê navçeya Mîdyad a Mêrdînê ku dikeve Bakurê Kurdistanê  bû û weke Heciyê Emîn dihate naskirin.

Peyama NAV-YEK’ê wiha dewam kir: “Jİ bo civaka xwe fedakar û xîretkêş bû. Ji destpêkê ve ji bo rêxistinbûna civaka Êzidî xebitî û xêrxwaz û xizmetkarê ji bo yekîtî û tifaqa civakê bû.” NAV-YEK’ê sersaxî ji malbata Hecî Akbûlût re xwest û got ew êşa wan parve dikin.

ÇAVKANÎ; ANF

Show More
Back to top button