Cerdevanan êrîşî wî kirin

Cerdevanên ku ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve hatiye birêxistinkirin êrîşek birine ser welatiyek me yê Êzidî ku li Bakurê Kurdistanê jiyan dikir

Li gora ajansa Mezopotamya ragihandiye hinek cerdevanan êrîş birin ser Êzîdiyê me yê bi navê Silêman Ozmen ku piştî 40 salî vegeriya ser gundê xwe yê li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ya ku dikeve bakurê Kurdistanê.

Hate hînbûn ku Silêman Ozmen ê 63 salî, beriya bi 40 salî bêgav mabû ku gundê xwe biterikîne. Ozmen ji bo ku vegere ser gundê xwe Kfernasê ku bûbû kavil, beriya bi salan xaniyê xwe nû dikir.

Ozmen heftiya bihurî dema ku dîsa vegeriyaye gund daku xaniyê xwe çêbike, komeke cerdevanan a ku ji şeş kesan pêk hatiye êrîş biriye ser wî.

Li gora nuçeyê cerdevan bi kepçeyê çûne gund, ji Ozmen xwestin ku gund berde. Ozmen jî gotiye ku ewê giliyê êrîşkaran bike. Ozmen jî ragihandiye ku cerdevanên ku ji aliyê rêveberiya hukumeta AKP-MHP ve hatiye sazkirin dema êrîş kirinê de ji Ozmen re gotine  ”Dewlet em in” û berê çeke xwe dane serê wî.

Li gorî heman nuçeyê Ozmen wiha gotiye, ”Ev bi salan e ji bo ku vegerim ser axa xwe têdikoşim lê kesên ku ji xwe re dibêjin zarokên axê ne, cerdevanan jî didin rex xwe, nahêlin ku ez bikevim gund. Dibêjin cihê me li gund nîne. Tapûyên me hene. Malên me xirbe ne. Em dixwazin mala xwe ji nû ve çêbikin û lê bi cih bibin lê nahêlin.”

Ozmen ê ku ji ji ber êrîşan bêgav ma ku ji gund derkeve xwest ku raya giştî destekê bide wan.

Show More
Back to top button