Li Borik êrîşên li Garê hate şermezar kirin

Çalakî ji aliyê şêniyên Borikê li ber avahiya Meclîsa gel pêkhat. Xelkê me li wir kombûn û bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wê PDK’ê ya li ser Garê şermezar kir

Li hemberî êrîş û dagirkeriya dewleta tirk a dagirker li hemberî herêma kurdistanê û iraqê li Şengalê çalakiyek hat lidarxistin û daxwuyaniyek hate xwendin.

Daxwuyanî ji aliyê welatiyê me yê bi navê Kasim Xwudêda ve hate dayîn. Xwedêda destpêkê tevahî şehîdên di oxira doza gelan de jiyana xwe ji dest dane bi mînet bibîr anî û wiha got: “Îro em ji bo şermezar kirina dewleta Tirk û hevkarên wê hatine vir. Tevahî hêzên desthilatdar ji bo Tevgera Azadiyê tine bikin li ser kar in. Ji ber dizanin felsefeya Rêber Apo û Şervanên wî alternatifa jiyan azad in, dixwazin wana tine bikin.”

Di dawiya daxwuyaniyê de wiha hate gotin; “Em jî weke gelê Şengalê yê ku di fermanê de bê pişt mayî û tenê şervanên azadiyê bi hawara wan hatî, em dibêjin çawa ew bi hawara me hatin em jî weke gelê Êzidî wê heta azadiya Rêber Apo û avakirina Kurdistanek azad û pir reng em ê tevahî erkên ser milê xwe pêk bînin.”

ÇAVKANÎ; NESRÎN SEÎD-EVÎN ZENDA-ŞENGAL-JİNNEWS

Show More
Back to top button