MXDŞ; Êrişên delweta Tirk li dijî serweriya Iraqê ye

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser herêma Gare ku ji duh ve destpêkirine daxuyaniyek nivîskî da û êriş şermezar kir û got ku êrişên li ser Gare binpêkirina serweriya Iraqê ye

Di daxuyaniya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) de wiha tê gotin; “Di dîrokê de, bi berdewamî hewldanê tinekirinê li ser vê civaka hatina meşadin û xwestina vê civakê ji hole rakin. Di çarçoveya van planan de, timî dewleta Tirk û Osmaniyan pêşengiya van hewldanan kirine. Niha ji bo tinekirina civakê, dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê planek qirêj dide meşandin. Bi êrişa li ser Gareyê re ev plan hîn zelaltir dibe. Dewleta Tirk bi desteka hinek aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê axa Kurdan ji destê wan dertêxe.”

Di dewamiya daxwuyaniyê de wiha hate gotin; “Em wek Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, êrişa ku li ser Gare hatî destpêkirin şermezar dikin û wek ku li ser Şengalê dibinin. Ji bo dewleta Tirk a dagirker cih û dîrok ne giringe. Di rastî de li kuderê civak gavên ji bo azadiya xwe bavêje dewleta Tirk berê xwe dide wir.”

Di daxwuyaniyê de vana jî hate ser ziman; “Di dîrokê de, me wek gelê Êzidî gelek ferman û êriş ji destê dewleta Osmanî dîtine. Çawa di dîrokê de Ferîq Paşa ferman li ser Êzdiyan radikirin û gelê me qetil dikir, îro jî Erdogan jî wek berdewamiya wan DAIŞ’ xwedî kir û bi hevkariya PDK’ê xwestin pilnên wan yên nîvco mayîn di sedsala 21’ê de li ser me bibin serî. Ji ber bi rêya DAIŞ’ê nekaribû xeyalên xwe bike rastî niha careka din Erdogan gefên dagirkirina Şengalê dike. Mixabin her dem li kêleka dijmin hin aliyên ku navê Kurdîtiyê li ser wane bi pêşiya dijmin ketine û rê ji bo wan xweşkirine.”

Meclîsa Xweseriya demokratik a şengalê di daxwuyaniya xwede bal kişand ser hevkariya PDK bi dewleta tirk a dagirker de jî û wiha domand: “Niha PDK bi Dewleta Tirk re bûye yek û di hemû êrişên dijî gelê Kurde destekê dida wan. Çawa di êrişa li ser herêma Gare de PDK’ê rola wê di êrişê de heya, dixwaze bi heman awayî bi pêşiya Dewleta Tirk bikeve û wan derbasî Şengalê bike. Em bang li hikûmeta Iraqê dikin ku rê liber van êrişan bigire. Êrişa li ser Gare binpêkirina serweriya axa Iraqêye, ev dibe şermek mezin ji bo Iraqê, eger li himber van êrîşan helwest nîşan nede.”

Daxwuyanî bi van gotinan hate bidawî kirin; “Herî dawî em dibêjin a girîng sekna gelê me ye. Pêwîste li her dera ku êriş pêk werin gelê me dest ji hêzên xwe yên parastinê bernedin û li her derê ji bo van êrişan pêwîste civak yekbûna xwe ya bi hêzên parastinê re bide diyarkirin.”

Show More
Back to top button