‘Armanc amadekariya fermaneke nû ye’

Feleknas Uca, diyar kir ku hikûmetên Bexda, Hewlêr û Enqerê armanc dikin ku fermanek din pêk bînin û wiha pêde çu: "Yên ku Şengalê tenê û bêparastin hiştibûn carek din dixwazin li ser Şengalê fermanek nû pêk bînin. Ji ber vê jî em dizanin ku ev hevdîtin ne tesadûfî ne. Ji bo komkujiya civaka êzidî ye"

Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca ji jinnews re wiha axivî; “Ev peymana ku di esasê xwe de ji destê dewleta tirk û Amerîkayê ve pêk hat. Li dijî vê biryarê berxwedana Şengalê ev 2 meh zêdetirî berdewam dike girîng e. Xelkê Şengalê li hemberê vê peymanê daketin qadan û derdora asayîşa xwe kom bûn û bersîvek dan vê peymanê. Piştî peymanê niha rêbazên cuda dixin meriyetê û hewl didin ku êriş bikin. Dewleta Tirk her tim Şengal hedef nîşan da û ev tişt ne tiştek nû ye.”

Feleknas anî ziman ku Şengal navendekê stratejik e û wiha axivî: “Ne tenê ji bo civaka êzidiyan, her wiha wek şaristaniyek ji bo mirovahiyê gelek netew û baweriyên cuda li ser vê xakê jiyan dikin. Lê belê ev jiyana hevpar hedef hatiye girtin û dixwazin ev jiyanê ji hev belav bikin. Bi vî awayî ji Rojava û Şengalê de qûtbûnek tê armanc kirin. Yên ku Şengalê tenê û bêparastin hiştibûn carek din dixwazin li ser Şengalê fermanek nû pêk bînin. Ji ber vê jî em dizanin ku ev hevdîtin ne tesadûfî ne. Ji bo komkujiya civaka êzidî ye. Bêguman em vê biryare napêjirînin û nerazîbûnên xwe yên li dijî vê dê nîşan bidin.”

Parlamentera HDP Feleknas Uca bal kişand ser hevkariya PDK bi dewleta tirk a dagirker re û wiha pêde çu: “Derbarê êzidiyan de biryaran digirin û lê wan nayên pirsîn û beyî wan nîqaş tê birêvebirin. Tenê armancek heye. Ev jî ferzkirina koçberiya êzidiyan e. Çawa ku ev peyman nehat pêkanîn, Wezîrê Parastinê Hulusî Akar berê xwe da Bexdayê û piştre derbasê Hewlerê bûn ku li ser Şengalê planan pêş bixin. Helbet divê nêzîkatiya PDK’ê ya li hemberê wan planan paş guh de neyê hiştin. Lê belê divê em bipirsin; çend caran hikûmeta başûrê Kurdîstanê çûye Şengalê û çend caran bî rêveberên Şengalê re hevdîtîn pêk anîn e ku dixwazin li ser civaka êzidiyan biryare bidin. Ew kesên ku hê nîkare biçe cîvaka êzidî re hevdîtinan pêk bîne nikare derbarê êzidiyan de biryaran jî bigire.”

Feleknas Uca berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Lozanekê duyemîn li ser Şengalê tê armanc kirin û wiha axivî; “Tê xwestin peymana Lozanê di sala 2023’yan de carek din bê dubarekirin. Çawa ku di sala 1923’yan de bi peymana Lozanê re Kurdistanê xistin 4 parçe. Dîsa di sedsaliya Lozanê de dixwazin nexşa Rojhîlata Navîn ji nûve xêz bikin. Dewleta Tirk ku her tim planên 2023’yan dike bi vî awayî dagirkeriya xwe re berdewam dike û dixwaze sînorên xwe berfirehtir bike. Lozanakê dûyemîn li ser Şengalê tê kirin. Bi vê yekê ne tenê Şengal, Rojava û başûrê Kurdîstanê tevahî tê de cih digire. Dixwazin xeta Musilê xetekê wiha çekin. Ew jî xetereyek mezin e. Ji ber ku bi konseptek cuda yê li ser wê gelê dijîn dixwazin pêk bînin.”

Feleknas Uca herî dawî wiha got; “Li tevahiya Rojhîlata Navîn êrişek heye. Li hemberê îradeya gelên Rojhîlata Navîn plan û lîstik tên pêşxistin. Lê li dijî van roj bi roj têkoşîn û berxwedana gelan jî li dijî van plan û êrîşan zêdetir dibe. Ev jî tiştekî girîng e. Ji ber ku ev rêxistina gel û jinan dê bibe çareseriyek ji bo pêreroja Rojhîlata Navîn. Lewra pêwîst e ku em bi hev re ji bo jiyanek azad û têkoşîna xwe bihêz bikin ku ev serkeftin dê hemû lîstîkên li ser vê gelê vala derkeve.”

ÇAVKANî; SEMA ÇAGLAK-AMED-JİNNEWS

Show More
Back to top button