Ciwanên Şengalê: Parastina civaka me, erka me ye

Ciwanên me ku parastina civaka xwe weke erka xwe ya sereke dibînin, ji bo vê armancê xwe bi her awayî de perwerde dikin. Bi pêşengiya Yekîtiya Ciwanên Êzidî perwerdeyeke bîrdoziyê hate lidarxistin

Yekitiya Ciwanên Êzidî ji bo bi hêz kirin û parastina civaka xwe bê rawestan xebatên xwe yên perwerdeyê zêde dikin. Bi vê armancê perwerdeyeke bîrdozî ya ciwanan li Şengalê pêk hat.

Ciwana bi navê Emîre Refo ku tevlî perwerdê bûbû ji jinnews re wiha qala girîngiya perwerdeyê kir, “Em weke ciwanên Şengalê di ferqa van gef û pilanên heyî de ne. Lewma em pêdivî dibînin kû xwe di her warî de perwerde bikin. Ciwan pêşengên civaka xwe ne, em jî weke ciwan ji bo rê li gef, plan û fermanan bigirin çi bê xwestin emê bikin. Em banga xwe digehînin tevahî ciwanên xwe yên Êzidî ku ew jî werin em bi hev re xwe pêşbixînin û civaka xwe bi parêzin.”

Jina ciwan a bi navê Xatun Merwan jî bi heman awayî kêyfxweşiya xwe ya ji bo perwerdeyê anî ziman û bang li ciwanên me yên li kampan kir ku li warê xwe vegerin û xwe perwerde bikin.

ÇAVKANÎ; EVÎN ZENDA-ELMAS NAYIF-ŞENGAL-JİNNEWS

Show More
Back to top button