‘Em ê bi xeta Netewa Demokratîk fermanan têk bibin’

Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Rîham Hesen diyar kir ku PDK û dewleta Tirk bi hev re êrîşê baweriya civaka Êzidî dikin hewl didin çand û baweriya wan tune bikin û got ku divê civak li dijî van plan û kemînan şiyar be.

Şengal- Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Rîham Hesen êrîşên li ser Şengal û Êzidiyên li Efrîna dagirkirî ji ajansa me re nirxand. Rîham Hesen di nirxandinên xwe de bal kişand ser êrîşên piştî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an û da zanîn ku fermanên li ser civaka Êzidî bi dawî nebûne tenê şêweyê wan guherîne.

‘Niha jî fermanan didomînin’

Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Rîham Hesen di destpêka gotinên xwe de got: “Piştî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an heya niha bi armanca ku gelê ji fermanê rizgar bûye tune bibe bi her awayî li ser Şengalê êrîş tên meşandin. Li dijî van hewldanên tunekirinê û şikandina îradeyê, civaka Êzidî li Şengalê 9 sal in di pêşengiya jinan de têkoşînê dimeşîne. Rast e ev têkoşîn negihîştiye asta tunekirina êrîşan lê heya niha rê li pêş gelek planên dijmin hatiye girtin her wiha ruxmê hemû zextan jî gelê Şengalê dikaribû destkeftiyên xwe biparêze.”

‘Tenê em dikarin xwe ji dagirkeriyê rizgar bikin’

Rîham Hesen bal kişand ser êrîşên pir alî yên li ser Êzidiyên Efrînê û wiha got: “Li Efrîna dagirkirî ferman hê jî berdewam dike, jinên Êzidî civaka Êzidî rastî her cure êrîşan tên bi zorê dixwazin jin dev ji baweriya xwe ya Êzidayetiyê berdin û bibin ser dînê Îslamê. Li Efrîna dagirkirî çeteyên DAIŞ’ê yên Erdoxan bi her awayî êrîşê jinan dikin her roj mirovan direvînin dikujin, tecawiz dikin, civakê çavtirsandî dikin, tiştên ku nayê aqilê mirov tînin serê gelê me yê Efrînê.Tenê bi vî awayî em dikarin xwe ji dagirkerî û fermanan rizgar bikin”

‘PDK, dewleta Tirk û DAIŞ xwedî heman aqil û kiryaran in’

Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Rîham Hesen di berdewamiya gotinên xwe de diyar kir ku PDK û Dewleta Tirk bi hev re êrîşê baweriya civaka Êzidî dikin û wiha domand: “PDK û dewleta Tirk a dagirker êrîşê çand, civak, ciwan û jinên Êzidî dikin. Êrîşên heyî em weke tecawiza çand û baweriyê dibînin. Divê gel vê xeterê bibîne û li dijî wê bibe xwedî helwestek bi hêz a têkoşînê. Em xwedî baweriyeke pir bi hêz û pîroz in. Ev bawerî di nava xwe de mirovî û xwezayê dihewîne ji bo wê erka me ew e, em vê baweriyê biparêzin.”

‘Em ê ji bo pêşerojeke azad vê pirojeyê pêk bînin’

Rîham Hesen bi van hevokan qala girîngiya pergala Neteweya Demokratîk kir: “Weke gelê Şengalê em tev dizanin ku me tenê xwe ji fermana parastiye lê ev nebes e ji bo êdî ferman çênebin divê em ked bidin heya niha li Şengalê ji ber em li ser vê xetê meşiyan me pêşî li plan û lîstikên ji bo qirkirina gel girt. Em weke civaka Êzidî rêzê ji tevahî bawerî, çand, ziman û gelan re digrin. Lê em gelek wisa ne ku li ser me ferman û qirkirin tê ferzkirin. Hewl didin çand û baweriya me tune bikin. Ji bo em bikaribin rê li vê yekê bigrin riya yekem projeya Neteweya Demokratîk e ku Rêber Abdullah Öcalan ji bo tevahî gelên bindest diyar kiriye. Em jî bi vê projeyê xwe bi rê ve dibin û pêşerojeke azad ji bo nivşên pêşerojê diyar dikin.”

‘Bi destên ku fermanê rakirin negirin’

Rîham Hesen herî dawî bang li Êzidiyên Başûrê Kurdistanê yên ku PDK wan bi kar tîne kir û got: “Ez bang li wan kesên ku xwe pêşeng û mezinên civakê dibînin dikim ku nebin amûrên destên dijminên me. Bila nekevin riyên şaş û hesabên bi xeter nekin divê bi destên kesên ku fermanê li ser me rakirin negirin. Divê wan destan ji ser civaka Êzidî rakin. Ya ji me re pêwîst ew e ku em tifaqa xwe bihêz bikin û bi hev re destkeftiyên xwe biparêzin.

HÊVÎ EZDA-NUJINHA

Show More
Back to top button