TEV-DEMʹê cejna Çarşema Serê Nîsanê pîroz kir

TEV-DEM’ê cejna Çarşema Serê Nîsanê pîroz kir û ev bang kir; “Em bang li hêzên siyasî, nîştimanî û kurdistanî, her wiha rêxistinên hiqûqî û sivîl dikin ku vîna xweseriya demokratîk a êzidiyên li Şengalê biparêzin û rê li pêşiya siyasetên li dijî mafên êzidiyan bigirin.”

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi peyamekê cejna Çarşema Sor pîroz kir û bang li hemû hêzên Kurdistanî û rêxistinên hiqûqî kir ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê biparêzin.

Di peyamê de wiha hate gotin: “Em cejna Çarşema Sor a destpêka sersala Kurdên êzidî li gelê xwe yê Kurd, bi taybet li êzidiyan pîroz dikin.

Her wiha em vê cejnê li Rêber Abdullah Ocalan pîroz dikin ku bi rêya felsefeya xwe ev ola kevnar a dîrokî di nav civaka Kurdistanê û gelên herêmê de vejandiye.

Dîsa jî vê cejnê li hemû malbatên şehîdan û têkoşeran, gerîlayan YJA-Star, Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) pîroz dikin, ku di parastina şêniyên Şengalê û mîrasa kevnar de xwedî roleke sereke bûn.

Cejna Çarşema Sor anku sersala Kurdên êzidî li gorî salnameye rojhilatî di destpêka Nîsanê de ye. Ev meh, ji mehên salê yên herî pîroz e ku destpêka avabûna giyanê jiyanê ya hemû zindiyan e. Her sal di vê mehê de jiyan nû dibe.

Cewhera Çarşema Sor di herdu aliyên dîrokî û neteweyî de xwedî wateyên dîrokî yên mezin in. Çarşema Sor nîşana rêzgirtina hevbeş, wekhevî, edalet, aştî, jiyana hevbeş û biratiya pêkhateyên herêma Mezopotamyayê ye, tam wek rewşa Kurdistanê û tecrubeya hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Di demekê de ku gelên herêmê Çerşema Sor pîroz dikin, civaka êzidî ya berxwedêr a li Şengalê bi êş û zehmetiyan re rû bi rû ye. Ji ber ku doprêçek li ser vîna Êzidiyên li Şengalê hatiye ferzkirin, vîna bi sed hezaran êzidiyên di nava kampên girêdayî PDK’ê de tê binpêkirin. Desthilata Başûr, nahêle êzidî vegerin Şengala rizgarkirî. Em vê wek binpêkirina mafên civaka êzidî û têkbirina vîna wê dibînin.

Em vê boneyê li hemû gel û pêkhateyên herêmê di serî de Kurdên êzidî pîroz dikin. Em bang li hêzên siyasî, nîştimanî û kurdistanî, her wiha rêxistinên hiqûqî û sivîl dikin ku vîna xweseriya demokratîk a êzidiyên li Şengalê biparêzin û rê li pêşiya siyasetên li dijî mafên êzidiyan bigirin.”

ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button