Serokwezîrê Iraqê: Binpêkirinên dewleta Tirk û Îranê nayên pejirandin

Serokwezîrê Iraqê diyarkir ku binpêkirinên ji aliyê dewleta Tirk û Îranê ve li ser xaka Iraqê pêktên, nayên qebûlkirin.

Serokwezîrê Iraqê di hevpeyvînek xwe ya bi televziyona Erebî de behsa binpêkirinên dewleta Tirk û Îranê yên li ser xaka Iraqê kir.

Sudanî var; “Em weke hikumet binpêkirinên ser sînor yên ji aliyê dewleta Tirk û Îranê ve pêktên, red dikin. Hêzên me bi hevkariya Hewlêrê sînorên bi Îran û Tirkiyeyê re diparêzin. Divê muxalefeta dewletên din a di nav xaka Iraqê de bê çek bin û aştiyê biparêzin.”

Sudanî di dewama axaftina xwe de ragihand ku Iraq xwedî serweriya xwe bi xwe ye û got; “Rê nadîn ti aliyek Iraq bikeve nava şer û dijî berjewendiyên gelê me bikeve nava pêşbaziyê. Em hemû êrişên ser sînorên Iraqê yên ji aliyê dewletan ve red dikin. Me piştî binpêkirinên berê yên ji aliyê cîranên me ve, helwesta fermî ya hikumetê ragihand û bang li balyozên herdu welatan jî kir. Lê ev kar bi helwestgirtinê dawî nayê, pêwîstî bi guftugoyê heye, yekem em xwedî destûrin, li gorî destûrê rê nayê dayîn xaka Iraqê ji bo êrişan ser cîranan were bikaranîn.”

Sudanî ragihand ku di nav Iraqê de gelek aliyên muxalefet ên dijî dewletan hene, yan jî penaber hene êdî çi nav li wan dikin bikin, lê li gorî yasayên Iraqê hebûna wan cihê rêzigrtinê ye. Sudanî var; “Hebûna sivîl û aştiyxwaziyê cihê rêzdariyê ye, nabe baregehên perwerde û leşkerî û sînorên me ji bo êrişan were bikaranîn. Ev ne tiştek rast e, Iraq vê yekê nepejirîne. Em naxwazin êrişî ewlekariya dewletên cîran û hemû dewletên herêmê bikî.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button