TAJÊ: Emê dijî êrişan berxwedanê mezintir bikin

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi boneya 8'ê Adarê daxuyaniyek da û hate gotin; "Em îsal 8'ê Adarê di demeke welê de pêşwazî dikin ku êrîşên faşîzma AKP-MHP'ê û hevkarê wê PDK'ê li ser Şengalê zêde bûne. Temsîlê pergala dewleta mêr a AKP-MHP'ê, êrîşên xwe yên li dijî gel, jin û baweriyên ku têkoşîna azadiyê dimeşînin, ji bo veşartina têkçûna li pêşberî têkoşîna azadiyê û astengkirina wê didomîne. Dixwaze bi van êrîşan berxwedana me bişkîne."

Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Roja 8’ê Adarê di têkoşîna azadiya jinan de ya cîhanê rojeke girîng e. Ji bo afirandina wekheviya jin û mêr, ji bo daîmîkirina têkoşîna jinê, rojeke girîng a berxwedanê ye. Di têkoşîna azadiya jinê de bi ked û berdêlên mezin destketî hatin bidestxistin.”

Daxuyaniyê wiha dewam kir; “Bi destketiyên têkoşîna jinê re, îro li çar aliyê cîhanê jin bi dirûşma ‘jin jiyan azadî’ li dijî pergala dewleta mêr ber bi şoreşa jinê ve dimeşin û bingehê jiyana xwe ya azad ava dikin. Ji ber ku pergala dewletê ya mêr li pêşberî têkoşîna azadiya jinê bêçare ye, li her qadên jiyanê êrîşên xwe zêde dike û di şexsê jinê de êrîşî hemû civakê dike.

Em îsal 8’ê Adarê di demeke welê de pêşwazî dikin ku êrîşên faşîzma AKP-MHP’ê û hevkarê wê PDK’ê li ser Şengalê zêde bûne. Temsîlê pergala dewleta mêr a AKP-MHP’ê, êrîşên xwe yên li dijî gel, jin û baweriyên ku têkoşîna azadiyê dimeşînin, ji bo veşartina têkçûna li pêşberî têkoşîna azadiyê û astengkirina wê didomîne. Dixwaze bi van êrîşan berxwedana me bişkîne.

Em weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJE) êrîşên li ser Şengalê weke êrîşeke li dijî nasnameya jina azad û berxwedana jinê dinirxînin. Bi wesîleya 8’ê Adarê ji bo pûçkirina van êrîşan em ê berxwedan û rêxistinbûna jinan hîn mezintir bikin. Ji bo azadiya jinên di destê DAÎŞ’ê de dîl hatine girtin em ê her cure têkoşînê bidin meşandin. Em ê heta pêkanîna Şengala azad û xweser bênavber têbikoşin.

Di çarçoveya pêngava “BI JIN JIYAN AZADÎ RE BER BI ŞOREŞA JINÊ” ya ji aliyê KJK’ê ve hat ragihandin de, em ê têkoşîna xwe ya li dijî polîtîkayên jinan, qirkirin û êrîşên dagirkeriyê bidomînin. Em wek TAJÊ 8 Adarê di serî de li Rêber APO, şehîdên qehreman û li tevahî jinên cîhanê pîroz dikin.

Di vê çarçoveyê de wê çalakiyên me yên 8’ê Adarê bi dirûşmeya “BI JIN JIYAN AZADÎ RE BER BI ŞOREŞA JINÊ!”, semîner, civîn, sînevîzyon û nîşandana belgefîlma Hêza bên lidarxistin. Dîsa ji bo bilindkirina berxwedana jinan û şermezarkirina êrîşên li ser Şengalê em ê di 8’ê Adarê de meşekê girseyî li dar bixin.”

Rojnews-Şengal

Show More
Back to top button