Serokê Tevgera Mafan ya li Iraqê: Divê dijî êrişên ser Şengalê Iraq tedbîrên pêwîst bigre

Serokê Tevgera Mafan ya Iraqê bang li serokwezîrê Iraqê kir da ku dijî êrişên dewleta Tirk ên ser serweriya xaka Iraqê, tedbîrên pêwîst bigre.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xaka Iraqê bi taybet ser Şengalê bê navber dewam dikin. Dewleta Tirk di nava du rojan de du caran êrişî Şengalê kir. Di êrişa 27’ê Sibatê de ji fermandarên YBŞ’ê Pîr Çeko û Agir şehîd bûn û şervanek jî birîndar bûn.

Dewleta dagirker îro jî li navenda Şengalê êrişî wesayîtek hêzên Asayîşa Êzidxanê kir. Di êrişa îro de ji Rêveberiya Asayîşa Êzidxanê Şerzad Şemo Qasim şehîd bû.

Derbarê êrişên dewleta Tirk de serokê Tevgera Mafan ya li Iraqê Seedur Seedî daxuyaniyek belavkir. Seedî di daxuyaniya xwe de bang li serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî kir da ku derbarê êrişên dewleta Tirk tedbîrên pêwîst bigre û bangî balyozê dewleta Tirk bike.

Di dewama daxuyaniya xwe de Seedî got; “Divê bang li balyozê Tirk yê Iraqê were kirin, daxwaznameyek nerazîbûnê ya dijî sucên qetilkirina rêveberên hêzên Heşdî Şeebî yên li Şengalê were dayîn.”

ROJNEWS

Show More
Back to top button