PADÊ: Bi ruhê netewî xwedî li mexdûrên erdhejê derbikevin

PADÊ derbarê erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyek weşand û hate gotin; “Em sersaxî ji tevahî gelê xwe re dixwazin û ji birîndaran re jî şîfa dixwazin. Em bang li hemû gelê xwe dikin bi ruhek netewî ji bo mexduran sefer bibin.”

Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzdiyan (PADÊ) derbarê erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê de çêbûyî daxuyaniyek nivîskî weşand. PADÊ bang li her kesê kir ku ji bo mexdûrên erdhejê seferber bibin.

Daxuyanî wiha ye:

“Em bi navê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzdiyan (PADÊ) sersaxî ji hemû gelê xwe yê Bakur û Rojavayê Kurdistanê re dixwazin û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin. Çend roj derbas bûn, lê hîn jî weke tê xwestin dewleta Tirk û Hikumeta Şamê bi hewara mexdûran neçûne û li piraniya herêman xelk bi serê xwe mane. Mexdûrên erdhejê bi awayek lezgîn alîkariyê ji me hemûyan dixwazin, em dikarin bi alîkariyê êşa gelê xwe kêmtir bikin.

Bi vê boneyê em bang li hemû gelê xwe yê dervey welat û dostên civaka xwe dikin, di nava seferberiyê de bin û bi ruhê netewî alîkariya mexdûrên erdhejê bikin. Îro dema wê ye ku gelê me bi ruhê netewî û yekîtiyê, destê xwe bide destê hev û bibin alîkar.

Herwiha gelê me yê Şengalê, em dizanin gefên ser me dewam dikin û hîn birînên 3’yê Tebaxê nehatine kewandin. Lê dîsa divê em ji bîr nekin, di dema herî zehmet de gelê me ji Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat berê xwe dan Şengalê. Îro lazime em bi hevre birînên xwe derman bikin û lihev xwedî derkevin. Alîkarî dayîna ji bo mexdûrên erdhejê erkek exlaqî û mirovî ye. Her kesê ku li Şengalê jiyan dike, dikare bi rêya saziyên Rêveberiya Xweser û Meclisa Gel, xwe bigihînin gelê me yê Rojava û Bakurê Kurdistanê.”

rojnews-şengal

Show More
Back to top button