Ciwanên Êzidî: Emê têkoşîna li dijî tecrîdê mezintir bikin 

Ciwanên Êzidî ku li hemberî tecrîda li ser Rêber Ocalan bi hêrs in diyar kirin ku ji bo moral û manewiyata civakê bişkînin tecrîdê kûr dikin û ev peyam dan: "Herî zêde berpirsyartî dikeve ser milê me ku li dijî tecrîdê têkoşînê d bikîn. Heya ku agahî ji Rêber Apo were girtin emê her cure çalakiyan pêşbixin."

Ji Adara sala 2021’an ve ti agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin û bi cezayê di bin navê ‘dîsîplînê’ de tecrîda li ser Rêber Ocalan tê şidandin. Li dijî kûrkirina tecrîdê û bi daxwaza hevdîtina bi Rêber Ocalan re li Şengalê jî meş, çalakî û semînerên derbarê decrîdê de berdewam dikin.

Endamên Yekitiya Jinên Ciwan a Şengalê û Tevgera Ciwanên Êzidxanê, hêrsa xwe ya li dijî tecrîda li Îmraliyê anîn ziman û gotin çi dibe bila bibe heya ku ew agahiyek ji Rêber Ocalan digirin wê çalakiyên xwe berdewam bikin.

‘Dixwazin hêz, moral û baweriya me bişkînin’

Ji Rêveberiya Yekitiya Jinên Ciwan a Şengalê Sara Botan destnîşankir ku nayê xwestin ji Rêber Ocalan ti agahî were girtin û sedema vê yekê jî wiha anî ziman: “Weke civaka Êzidî, ji Rêbertî agahî girtin ji bo me hêz û moraleke mezin e. Çawa ku bi piştgiriya hêzên navneteweyî, li hemberî Rêbertî komplo hate kirin, îro jî ew hêz bi çekên kîmyewî êrîşê şagirtên Rêbertî dikin. Dixwazin hêz, moral û manewiyata me bişkînin, ji ber vê rê li ber hevdîtinan digirin.”

‘Berpirsyartî herî zêde dikeve ser milê jinên Êzidî’

Sara Botan di dewama axaftina xwe de diyar kir ku her çiqas dilê wan bi vê tecrîda girankirî bi êşe jî, wê ciwanên Êzidî têkoşîn û berxwedana xwe kêm nekin û wiha berdewam kir: “Emê hîn bêhtir li ser fikrê Rêbertî bimeşin. Heya ku agahî ji Rêbertî neyê girtin, emê her cure çalaki pêşbixin. Îro ne tenê gelê Kurd û civaka Êzidî, li ser fikrê Rêbertî dimeşe, her kesê ku dibêje ez mirovim xwe li ser fikrê Rêbertî bi rêxistin dikin. Emê li hemberî tecrîdê bêdeng nemînin û emê têkoşîna xwe mezintir bikin.”

Sara Botan herî dawî giringiya Rêber Ocalan a ji bo jinên Êzidî nirxand û wiha pê de çû: “Em weke jinên ciwan ên Êzidî dizanin ku yê îradeya jinên Êzidî da avakirin, êşa jina Êzidî parvekirî Rêbertî ye. Ji ber vê rastiyê, herî zêde berpirsyartî dikeve ser milê me ku li dijî tecrîdê têkoşînê bilind bikin.”

‘Dixwazin fikir û tevgera Rêber Apo tasfiye bikin’

Ji Rêveberiya Yekîtîya Ciwanên Êzîdxanê Salim Zerdeşt jî bibîrxist ku Rêber Abdullah Ocalan ev 24 sal in bi tena serê xwe li Îmraliyê li berxwe dide û wiha domand: “Dewleta Tirk û dewletên navneteweyî rê li ber hevdîtina bi Serokatî re digirin. Rêber Apo 50 sal in meşa azadiyê dike, em jî li ser vê şopê ne. Naxwazin fikrê Rêber Apo belav bibe. Ji ber ku ev fikir belav bibe wê demokrasi pêşbikeve, biratiya gelan wê pêş bikeve. Ev dewlet li dijî vê yekê ne. Gel her çend daxuyanî dide, bangawazî dike lê dewletên ku behsa mafê mirovan dikin, vê pêk naynin. Dîsa li ser gerîla, Rojava, Mexmûr û Şengalê êrîş hene lê ti kes dengê xwe nake. Planek wan heye ku dixwazin vê tevgerê, vê fikrê tasfiye bikin.”

Salim Zerdeşt di dewama axaftina xwe de helwesta ciwanên Êzidî bi hevoka ‘Em dibêjin, çi dibe bila bibe, em dest ji vê fikrê bernadin’ anî ser ziman û ev bangawazî kir: “Yê ku em zana kirin, dijminê me bi me da naskirin ev fikir e. Ji ber vê em bangawaziya herkesî dikin ku xwedî li vê fikrê derkevin. Rêber Apo 24 sal in bi tena serê xwe ji bo hemû gelen bindest têkoşîne dimeşîne. Em bang li hemû ciwanan dikin ku xwedî li vê fikrê, xwedî li nasnameya xwe derkevin.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button