Fermandarê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî û hevrêyên xwe hatin bibîranîn

Fermandarê YBŞ'ê Zerdeş Şengalî, Hemîd Şengalî, Cîlo Borik û Êzdîn Şoreş ku di encama êrişa balafirên dewleta Tirk a dagirker de, şehîd bibûn hatin bîranîn. Di merasîma bîranînê de hate diyarkirin ku gelek pêşengên civaka Êzidî bi hevkariya xiyanetkaran şehîd bûne û hat gotin ku wê civaka Êzidî hesab ji xayînan bixwaze û wê armanca şehîdan pêk bînin

Fermandarê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî 15’ê çileya 2020’an li gel şervanên YBŞ’ê Hemîd Şengalî, Cîlo Borik û Êzdîn Şoreş di encama êrişa balafirên dewleta Tirk a dagirker a li ser Komalgeha Digurê ya Şengalê de şehîd bibûn.

Şehîd Zerdeşt Şengalî û hevrêyên bi merasîmekê hatin bîranîn. Merasîma bîranînê li Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a Şengalê pêk hat.

Di merasîmê de bi sedan xelkê Şengalê, nûnerên sazî û rêxistinên Şengalê amedbûn.

Di merasîma ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de axaftin hatin kirin û banga xwedîderketina li keda şehîdan li civaka Êzidî hate kirin.

Di serî de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê Meyan Nasir axivî û diyar kir ku kesên weke Şehîd Zerdeşt, Pîr Hemîd, Êzdîn û pêşengên gel ên ku şehîd bûne ji destê wan dihatin dikirin û got: “Heta dawî ji bo civaka xwe têîn kirin, xwedî derketina li keda van şehîdan erka li ser milê me û zarokê me ye, divê em tu carî dest ji doza ku şehîdên me li ser bûn bernedin.”

‘Di dîroke de cara yekeme rêxistinek bikare Êzidiyan ji fermanan biparêze’

Ji Fermandariya YBŞ’ê û YJŞ’ê Zekî Şengalî jî axivî û got: “Em ê xeta şehîdîn xwe ya azadî û xweseriya civaka xwe bibin serkeftinê. Êriş li ser gelê me û taybet civaka me ya Êzidî bidawî nebûne û di niha êrişên pir giran li ser me hene. Ne tenê di aliyê eskerî û bi balafiran de, dixwazin di aliyê civakî, siyasî û leşkerî de bi hevkariya îxanetkaran civaka me bê îrade bihêlin. Em wek şagirtên Şehîd Zerdeşt û hemû şehîdên din, bi awayekî pir xurt bersiva her êrişeke li ser civaka xwe bidin. Pilanên li ser Şengalê pilanên pir mezinin, di dîroka Êzidiyan de ev dibe cara yekemîn ku rêxistinekî karibe Êzidiyan ji fermana biparêze hatiya avakirin, ji ber wê jî êriş li ser vê rêxistina me hene.”

‘Hedefên me mezinin’

Şengalî wiha domand: “Hedefên me mezinin û bersivdayîna êrişên li ser hevalên me yên şehîd ketine wê bersvekî ebedî be û tenê bi çend rojan wê bidawî neyê. Lazime gelê me baş zanibe û her kesekî Êzidî li keda van şehîdan xwedî derkeve. Bi rêxistinekî xurt, di aliyê, siyasî, leşkerî û civakî de û berxwedaniyê emê bigehin serkeftinê.

Li ser navê TAJÊ Şemê Remo jî axivî û got: “Dijminê me dizane kesên weka Şehîd Zerdeşt û hevalên wî ji bo ku tola fermanan rakin, civakê bi rêxistin bikin û rê li ber fermanan bigrin kar dikirin, lewma hedef girtin. Tişta niha ji me tê xwestin ewe ku em li ser xeta wan şehîdan têkoşîna xwe berdewam bikine. Hesab xwesetina ji kesên van êrişan, divê civaka Êzidî bi xwe hesab ji wan bixwaze. Dema civakê zarokên xwe kirin şagirtên van şehîdan wê demê em karin bêjin me hesab ji dijmin xwestiye.

Piştî axaftina li ser jiyan û têkoşîna Zerdeşt Şengalî, Hemîd Şengalî, Cîlo Borik û Êzdîn Şoreş  sinevîzyonek hate temaşekirin û ji bo şehîdan  xêr hate belavkirin.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button