Şêniyên Şengalê: Wê bi êrişan nekarin me qels bikin

Endamên sazî û rêxistinên Şengalê li ser êriş û planên dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê yên li ser Şengalê û civaka Êzidî dan diyarkirin ku armanca van êrişan ewe ku gel dest ji doza xwe ya Şengala xweser berde ye û gotin: “Dewleta Tirk dijminê me yê dîrokî ye.”

Şêniyên Êzidî ku ji dema fermana 3’yê Tebaxa sala 2014’yan ve bi keda xwe sazî û dezgehên xwe dane avakirin û xwe bi rêve dibin, bûne hedefa dewleta Tirk û PDK’ê. Ji dema fermanê heta niha bi dehan pêşengên civaka Êzidî ku ji bo jiyaneke azad têkoşîn kirine ji aliyê dewleta Tirk û PDK’ê ve hatine hedef girtin.

Herî dawî di 2’yê Çileyê de şoreşger û rewşenbîr Menal Mêrdîn ku ji bo rastiya fermana 3’yê Tebaxa sala 2014’yan bi rêya bi nivîsên xwe ji raya giştî re parve bike berê xwe da bû Şengalê, di encama êrişekê ne merdane de li navçeya Til Izêr a Şengalê şehîd bû.

Rêveberiya xweser a Şengalê bi daxuyaniyekê ragihand ku ev êriş ji aliyê Dewleta Tirk û PDK’ê ve hatiye pêkanîn. Gelê Şengalê jî dan diyarkirin ku ew bi êrişan wiha natirsin û wê dest ji doza xwe ya Şengala Xweser bernedin.

‘Ji bo rê li ber xweseriya Şengalê bigirin, êriş dikin’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Şemê Remo di derbarê mijarê de ji Rojnews’ê re axivî û diyar kir ku dijmin bi her awayî êrişî ser Şengalê û şêniyên Şengalê dike û wiha got: “Dijmin bê navber çiyayê Şengalê bombebaran dike, lê encama ku dixwast bi dest nexistiye. Ji bo ku rê li ber xweseriya Şengalê bigirin û Êzidî nebin xwedî îrade, her ferdekî ku ji bo pêşketina Êzidiyan kar dikin, dijmin wan dike hedef. Hedefgirtina Şehîd Menal jî li ser wî esasî bû. Em wek gelê Şengalê ji van êrişa berpirsin, ji ber ku kêmansiya herî mezine pêşengekî ku ji bo civaka me kar dikir, di nava me de hate hedefgirtin, pêwîste em hemû xwe ji vê yekê berpirsyar bibînin. Emê giliyê li dijmin nekin, ji ber ku dijmin çi ji destê wî were ewê bike, lê pêwîste em xwe bi xwe karên ku dikevin xizmeta dijmin de nekin.”

‘Wê bi êrişan nekarin me qels bikin’

Şemê Remo îşaret bi rêxistina civaka Êzidî ya piştî fermana 3’yê Tebaxa sala 2014’yan kir û wiha domand: “Gelê Şengalê li ser fikrekî rast xwe rêxistinkiriye û xwe bi rêve dibe. Ev fikir wê bi tu awayî ji nava me dernekeve, em niha bûne xwedî îrade û dikarin xwe bi xwe bi rêve bibin. Şengal ne wek berê ye, lewma dijmin ji me ditirse. Ji dema ku me rêxistina xwe avakirî ve, kesên pêşengtiya vê sîstemê kirîn, dibin hedefa dijminê dagirker. Bi hedefgirtina pêşengên me, wê nekarin me lewaz û qels bikin. Her kesekî hate hedef girtin, wê bi dehan kes doza wê berdewam bikin.”

‘Dijminatiya wan ji dîroka dewleta Osmaniyan tê’

Her wiha Feqîr Hesen ku xelkê Til Izêrê ye jî di derbarê heman mijarê de axivî û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk ne ji niha de bûye dijminê me, belkû bi sedan salaye dijminatiya me dike, naxwaze gelê me ji bindestiyê xilas bibe û bibe xwedî îrade. Em dibînin dema ku civaka me gav ber bi azadiya xwe ve di avêje, dijmin dixwaze bi her awayî rê li ber bigire. Ji dîroka dewleta Osmaniyan ve dijminatiya me dikin. Civaka me niha dikare li ser lingê xwe bisekine, bi saya keda şehîdan Şengal arame û gelê me li ser axa xwe ye. Tu kes nikare êdî gelê me ji vê xetê paş de vegerîne.”

‘Bila gelê me vegerin ser axa xwe’

Endamê PADÊ Elî Îbrahîm jî got: “Hinek aliyên siyasî hene ku tevlîheviya li Şengalê derdixin, naxwazin gel vegerin ser axa xwe û xwe rêxistin bikin. Dixwazin gelê me her li koçberiyê bin û ew li gor berjewendiyên xwe vî gelî bikarbînin. Em bang li gelê xwe dikin li hemberî van planan hişyar bin û li axa xwe vegerin.”

ROJNEWS

Show More
Back to top button