Jinên Êzidî bi perwerdeyê dest bi xebatên sala nû dikin

Bi despêkirina sala nû re jinên Şengalê ji bo bikaribin pêşenktiyeke bi hêz ji civakê re bikin û xwe ji fermanan bi parêzin dest bi perwerdeyên xwe yên fikrî kirin.

Di bin sivana Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) de bi salan e ku bi dehan dewreyên perwerdeyên Akademiya Şehît Binevş Egal tên vekirin. Bi despêkirina sala nû re jinên Êzidî bi perwerdeyê dest bi xebatên sala nû kirin. Dewreya yekemîn ya Akademiya Binevş Egal bi navê Şehît Çîçek Cizirî nefret vekirin. Dewreya perwerdê ji 14 endaman pêk tê. Dewreya ku ev çar roj e dest bi perwerdeyên xwe kirine wê heya 10 rojan berdewam bike.

Her ku Şengal ber bi xweseriya xwe ve diçe û her ku jin jî di avakirina vê pergalê de rengê xwe hêza xwe û pêşektiya xwe ya bi bandor dibîne bêtir eşqa wê ya xweguhertin, naskirin û bidestxistina hebuna xwe zêde dibe ji bo wê astengiyên li pêşiya wan çi dibe bila bibe hewil dide bi cureyekê çareser bike da ji xwe rêxistinkirinê bêpar nemîne.

‘Divê jin li pey lêgerînên xwe biçe’

Ciwana bi navê Dilvîn Hecî ku yek ji endama dewreya perwerdeyê ye wiha qala bandora perwerdeyê kir: “Yek mirov nikare bê perwerde jiyaneke rast bimeşîne ji bo wê ez dibêjim nabe ku jin tevahiya jiyana xwe di malê de derbas bike. Divê jin lêgerînên ku di dilê wê de heyî di xeyalên wê de heyî pêk bîne yek jiwan jî perwerdeye xwe pêşxistine.”

Dilvîn Hecî di berdewamiya gotinên xwe de ev bang li jinan kir: “Divê hêviya jinan her tim bihêz be û tenê ji bo xwe pêşkeftin û serkeftinê bike armanc.”

‘Bi perwerdeyê em ê dawî li fermanan bînin’

Mehwer Silêman ya cara yekem e ku cihê xwe di nav perwerde de digire jî bi van gotinan hestên xwe tîne ziman: “Divê jin koletiya mêr nepejirîne divê jin xwe pêş bixe û bi hevalê xwe re jî pêşkeftinên xwe parve bike. Berê weke Tava Terezê fermana xwe li me Êzidiyan digirt lê bi hatina gerillayan û bi naskirina fikrê Rêber Apo em niha ji bo ku xwe ji fermanan biparêzin perwerede dibînin û em bi van perwerdeyan qelsî û nebesiyên civaka xwe didin derbaskirin.”

Mehwer Silêman bi van gotinan dawî li gotinên xwe anî: “Xweziya me ji zu ve fikrê Rêber Apo naskiriba da em ji xewa mirinê şiyar bûna. Îro em li vir kom bune her yek ji me ji gund û navçeyekê ne lê em tev weke xuşkên hev in, em tev hevalê hev in, em bi hev re gelek wexteke xweş derbas dikin. Ger ne ji Rêber Apo ba em ê çawa gihiştiban hev, ji bo me fikrê Rêber Apo nefesa me ya heta hetayî ye.”

‘Di vê jin zext û zoriyê nas neke’

Batrîz Dexîl jî bal kişand li ser zextên ku jin pê re rû bi rû dimîne û wiha got: “Piştî Fermanê jinên Şengalê gavên gelek mezin avêtin, jin ji malê derket di nav tevahî saziyan de cih girt û di wan saziyan de jî roleke sereke lîstin. Lê mixabin nebesî jî hene ew jî zexta li ser jinê ye. Em dikarin bêjin ger ku li ser jin zext neyê kirin jin dikare ji bo civak û welatê xwe roleke hê mezintir bilîze. Lê hê me ev zexta li ser jin bi temamî nerakiriye. Em bang dikin ku tevahî keçên ciwan pêşeroja xwe bifikirin û ji bo pêşerojeke ronî xwe perwerde bikin û zana bikin.”

Show More
Back to top button