Gelê Şengalê şehîdên komkujiya Parîsê bi bîranîn

Gelê Şengalê ji bo şermezarkirina komkujiyên Parîsê û bîranîna şehîdên her du komkujiyan meşek girseyî lidarxistin.

Gelê Êzidî û Ereb bi meşeke girseyî şehîdên Komkujiyên Parîsê yên 9’ê Çileya 2013’an û 23’ê Kanûna 2022’an û qetilkirina Şehîd Menal Mêrdîn şer mezar kirin.

Meşa ku ji aliyê Tevgera Jinên Êzidî ve hate organize kirin, li ber avahiya Meclîsa Nahiya Sinûnê destpê kir û heta Çerxeriya Mam Zekî dewam kir.

Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û wêneyên Şehîdên Komkujiya Parîsê ya Yekemîn û Duyemîn û Şehîd Menal Mêrdîn hatin hildan. Di dema meşê de dirûşmeyên “Şehîd Namirin” , “Bijî Serok Apo” û “Bijî Berxwedana Şengalê” hatin berzkirin.

Beriya ku daxuyanî were dayîn ji bo tevahî şehîdan deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Endama Têkiliyên Derve ya TAJÊ Suhma Dexîl daxuyanî da.

Suhma Dexîl Komkujiya Parîsê ya yekemîn şermezar kir û wiha got: “Li pişt vê komkujiyê dewleta Tirk a dagirker heye. Lê mixabin heta niha dewleta Fransayê vê komkujiyê zelal nekiriye. Ji ber vê careke din bi heman rêbazê komkujiyek din pêk anî û di encama komkujiyê de şoreşgera jin Evîn Goyî û 2 welatparêz hatin qetilkirin.

Ger dewleta Fransa kujerê komkujiya 9’ê Çileya 2013’an eşkere kiriba wê ev komkujiya dawî pêk ne dihat. Ger dewleta Fransayê hevkariya dewleta Tirk nekiriba dewleta Tirk nedikarî van komkujiyan pêk bîne.”

Suhma Dexîl diyar kir ku ji bo ku ev komkujî careke din dubare nebin, jin û gel li seranserî cîhanê li ser piyan in û wiha dewam kir: “Heta ku kujer neyên darezandin em ê dest ji vê dozê bernedin. Li ser xeta Sara, Rojbîn, Ronahî û Evînan têbikoşin û hesap ji kujeran were pirsîn.

Di vê çarçoveyê de qetilkirina heval Menal Mêrdîn ji van komkujiyan ne qut e û kujer jî dewleta Tirk a dagirker e. Em gelê Êzidî heta ku hesap ji dijmin neyê xwestin, kujer neyên darezandin û Şengaleke xweser neyê avakirin, em dest ji vê dozê bernadin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên, “Şehîd namirin” û “Bijî berxwedana gel û jinan” bi dawî bû.

ROJNEWS

Show More
Back to top button