‘Kî Erdogan re li hev bike, wê me li hember xwe bibîne’

Gelê me bi amadebûna nûnerên saziyan li ser tehdîtên dewleta Tirk a dagirker yên dijî Şengalê li gel konê çalakiyê Berxwedanê kombûn û daxwuyaniyek dan. Xelkê me divê daxwuyaniyê de jî diyar kirin ku êdî xelkê me ne xelkê bere ye ku bazarê li ser xwe qebûl bike.

Gelê me bi amadebûna nûnerên saziyan li ser tehdîtên dewleta Tirk a dagirker yên dijî Şengalê li gel konê çalakiyê Berxwedanê kombûn û daxwuyaniyek dan. Xelkê me divê daxwuyaniyê de jî diyar kirin ku êdî xelkê me ne xelkê bere ye ku bazarê li ser xwe qebûl bike. Xelkê me banga, “Bila hikûmeta Iraqê û ya Herêma Kurdistanê destê xwe ji Şengalê bikişin” kirin û dubare anîn ser ziman ku ewê destkeftiyên xwe yên bixwîna şehîdan hatine qezenc kirin biparêzin, rê nedin dagirker bikevin Êzîdxanê.

Îro gelê me, tevî nûnerên saziyan li dijî tehdîtên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê li konê piştgiriyê kombûn û bi daxuyaniyekî gefên Erdogan şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Neam Bedel axivî û diyar kir ku Şengal ya Êzîdiyane û bi xwîna şehîdan hatiye rizgar kirin. Neam Bedel wiha pêde çu; “Em li dijî tehdîtan li vir kom bûne. Eger îro Erdogan Şengalê tehdît dike, bi tena xwe nîne, bi hevkariya hikûmeta Iraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Amerîkayê dike.”

Neam Bedel da zanîn  ku ev 3 mehe nikarin planên xwe yên li ser Şengalê pêkbînin, ji ber vê niha hewl didin bi rêbazeke din van planan bixin meriyete. Bedel wiha axivî; “Weke gelê Êzidî heya dilopek xwîn di laşê me de bimîne, emê liberxwe bidin û piştgiriya hêzên xwe bikin. Bila gelê me nexape û ji tehdîtên ti kesî netirse. Hêza me heye û têra me jî dike. YBŞ-YJŞ, Asayîş û sazî û dezgehên me hene.”

Berdevka TAJÊ Neam Bedel diyar kir dewletên dagirker li ser Êzîdiyan bazara kirîn û firotinê dikin û ev tişt got; “Em dizanin ti dewlet piştgiriya me nake. Her roj li ser me bazara kirîn û firotinê dikin. Em ne Êzîdiyên berêne û qebûl nakin, bazara kirîn û firotinê li ser me were kirin.”

Neam da binxêz kir ku kî li ser Şengalê bi Erdogan re li hev bike, ewê Êzîdiyan li hemberî xwe bibînin û ev peyam da, “Her kî bi Erdogan re li hev bike, emê li dijî wan rawestin. Emê li pişt hêz û zarokên xwe rawestin, qebûl nakin xiyanetkar vegerin vir. Cihê xiyanetkar û xwefiroşan, bêşerefan li ser axa Şengalê nîne. Şengal Şengala Êzîdiyane, bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin. Her bosteke Şengalê bi xwîna cangoriyeke Êzîdxanê û Kurdistanê hatiye rizgarkirin û avakirin. Ev destkeftiyên bixwînê hatine rizgarkirin em careke din nahêlin bikevin destê dagirkeran. Emê heya dawî li ser rêya şehîdan biçin û li pey fikir û felsefeya Rêber Apo bin, serkeftin ya me ye.”

Endamê Desteya Rêveber a Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Hadî Mehlo jî got ku şevê din agahiya planeke nû ya êrîşê gihîştiye wan, ji ber wê ji şevê din ve li ser piyanin û got ji ber yên van planan dijî Şengalê çêdikin, dijmine, lewma ewê ricayê ji dijminê xwe nekin û wiha pêde çu; “Em wan dijmina dibînin û rica jî ji dijminan nakin. Dijmin kengê derfet bibîne wê hewl bide me tine bike. Lê emê her hebin û tine nebin.”

Hadî Mehlo bêdengiya Hikûmeta Iraqê ya li beramberî planên êrîşkirinê ya Tirkiyeyê jî rexne kir û got; “ Iraq çima bêdenge û çima deriyê xwe ji dagirkeran re vedike?  Em ji hikûmeta federal û ya Herêma Kurdistanê re dibêjin, destê xwe ji Şengalê bikişînin. Ev der ne ya ti kes ji we ye, ya Êzîdiyane. Em vir ji kesê re nahêlin. Hol hola Tawisê Melek e. Em ti caran ji plana dijminên qirêj natirsin, natirsin, natirsin! Emê bimînin Êzîdxanê, serkeftin wê her ya me be.”

Show More
Back to top button