Desteya Rêveber a Şengalê: Wê têkoşîna ji bo Şengala xweser û azad dewam bike

Desteya Rêveber a Şengalê piştî civîna xwe ya yekem ya sala nû, encamnameya civînê belavkir. Di encamnameyê de hate gotin; "Civaka Êzidî di nava sala 2022'an de ji bo parasrina destkeftiyên xwe hertim li ser piyan bû. Ji bo Şengala xweser û azad her wiha pêkanîna xeyalên şehîdan, azadiya Rêber APO wê tekoşîna me dewam bike."

Desteya Rêveber a Şengalê civîna xweya yekemîn a sala 2023’an bi beşdariya hemû endamên desteyê li Şengalê lidarxist. Civîna desteyê ku ji ragihandinê re girtî pêk hat, bi deqeyek rêzgirtinê ji bo tevahiya Şehîdên têkoşîna azadiyê destpêkir. Piştî civînê encamnameya civînê hate belavkirin.

Encamnameya civînê wiha ye:

“Di sala 2022’an de pilanên li ser Rojhilata Navîn bi taybetî bi sedsaliya Peymana Lozanê re, hîn zelaltir bûn. Hêzên mêtînger ku ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî û di nava tevgerê de bûn, di nava salê de ev pilan hîn zêdetir ketine meriyetê. Li ser Rojhilata Navîn ev pilanên ku her dewletek dixwaze erdnîgariya xwe berfireh bike, bi destê dewleta Tirk a dagirker hatin kirin. Li ser vî esasî di 15’ê Nîsanê de li ser herêmên parastina medya û gerîlayên azadiyê şerekî mezin hate destpêkirin. Ev şerê ku li ser qadên gerîlayên azadiyê pêlên xwe avêtin ser Şengal, Mexmûr û Rojavayê Kurdistanê.

Gelê me hemberî êrişan rawestiya

Di bin navên cûda de lê bi yek armancê xwestin destkefiyên gel li Şengal, Mexmûr û Rojava ji nav bibin. Lê gelê me yê rêxsitinkirî bi îradeyek mezin li hemberî van pilanan li ber xwe da û rê neda ev pilan biçin serî. Şerê ku bi destê dewleta Tirk li herêmê pêşket di esasê xwe de ji aliyê NATO ve dihate rêvebirin. Sûcên şer ku li her dera cîhanê qedexe ne, li hemberî gelê Kurd û gerîlayên azadiyê hatin kirin û cîhanê li hemberî van binpêkirinan û bikaranîna çekên kîmyewî li ser gerîla bêdeng man.

Ev qonaxa şer di serî de ji bo berfirehkirina sînorên dewleta tirk bû ku ketiye pey xeyalên Osmaniya nû, lê bi berxwedaniya gerîla rê li ber hate girtin. Eger berxwedaniya gerîla neba wê beşek mezin ji axa Iraqê hatiba dagirkirin. Çiqasî dewleta Iraqê di ferqa vî şerî de ye, lê dîsa jî weke tê xwestin bertek nîşan nedaye û bi taybet beriya avabûna hikûmeta nû, di serdema Mistefa Kazimîde, rasterast destek ji bo van êrişan hate dayîn. Ji ber wê jî dewleta Tirk bi hemû hêza xwe êrişî ser axa Iraqê û taybet Şengalê kir.

11 caran êrişî Şengalê kirin

Di nava salê de 10 caran bi balefirên bê mirov ên bi çek û carekê bi balefirên şer Şengal hate  bombekirin, tenê di şevekê de li Çiyayê Şengalê 21 cih kirin hedef. Di van êrişan de bê cûdahî bixin nava xelkê, li gund û bajaran hedefên xwe pêk anîn. Di encama van êrişan de  5 şehîdên me çêbûn, di nav de zarok û xelkê me yê medenî hebûn. Her wiha 11 kes jî birîndar bûn.

Tevî van hemû êrişan jî gelê me dest ji axa xwe berneda û tekoşîna xwe ya ji bo Şengala xweser û azad dewamkirin. Tevî ku di milekî de êriş li ser gelê me dihatin kirin û dewleta Iraqê jî bi biryara Kazimî û zextên PDK’ê û dewleta Tirk di 18’ê Nîsanê ku êvara cejna Şemaçar Serê Sala Êzidiyan bû dest bi êrişa kirin û ev êriş heya 2’ê Gulanê dewam kirin.

Gelê me di çarçoveya parastina rewa de li berxwedan û îradeya gelê me li hemberî van komplo û êrîşa biserket.

Pilanên PDK’ê vale hatin derxistin

Di nava salê de şerê taybet ê PDK’ê ku dixwestin Şengalê ji gel vala bikin, bi hewildanên Rêveberiya Xweser a Şengalê, sazî û dezgehên wê rê li ber hate girtin. Di nava salê de biqasî 300 malbatên me ji kampên Başûrê Kurdistanê vegeriyana ser axa xwe û ev malbat ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatine pêşwazîkirin. Li tevahiya Şengalê xebatên paqijiyê, xizmeta av û ceyran bê navber dewamkirine. Bi vegera gel re sazî û dezgehên me ketin nava tevgerê, li cihên pêwîst ku rêjeya xelkê vegeriyane gelek bûn, weke Sîba Şêx Xidir û Girzerik navendên Şaredariya hatine vekirin. Malên ku pêwîstiya wan bi alîkariyê hene li gor derfetên me alîkarî jiwan re hatiye pêşkêşkirin.

Bi sedan ciwan beşdarî nava hêzên parastinê bûn

Ji bo şînkirina Şengalê projeyên şaredariyên me yên çandina daran hatin pêkanîn û di van pirojeyan de bi dirêjiya dehan kêlometre dar hatine çandin.

Ji bo ewlekariya herêmê û civaka me gavên mezin hatin avêtin û di vê çaoveyê de ciwanên me bi erka parastina herêmê rabûn û ref bi ref beşdarî nava refên YBŞ’ê YJŞ’ê û taybet Asayîşa Êzdîxanê bûn. Bi sedan ciwanên me di perwederdeyên fikrî û leşkerî re derbas bûn û di nava Asayîşa Êzdîxanê de cihê xwe girtin.

Hemû rêxistinên me ji bo rêvebirina civakê di nava kar û xebatan de bûn, ji bo pêşxistina xebatên xwe kongreyên xwe lidarxistin û bernameyên domdirêj ji bo pêşeroja herêmê derxistin.”

‘Tekoşîna ji bo Şengala xweser û azad’

Di dawiya encamnameya civîna Desteya Rêveber a Şengalê de tekoşîna civaka Êzidî a ji bo Şengala xweser û azad hate sialvkirin û azadiya rêber Ocalan hate xwestin. Nefret gotin; “Em ji tevahiya gelê xwe, hêzên xwe yên parastinê, rêxistinên jin, ciwan, çand û huner, ragihandin ji tevahiya endam û xebatkarên civakê re serkeftinê dixwazin, sala nû li hemûyan pîroz dikin.

Ji bo Şengala xweser û azad her wiha pêkanîna xeyalên şehîdan, azadiya Rêber APO wê tekoşîna me dewam bike. Bi taybet berxwedaniya dayîk û ciwanên me û çalakiyên wan ê ji bo azadiya rêber APO em silav dikin. Em wek  Rêveberiya  Xweser a Şengalê nêzîkatiyên li hemberî Rêber APO li hemberî xwe dibînin.

Ji bo gelê me azad  jiyan bike, gelê me yê koçber vegerin ser axa xwe û îradeya civaka me bê naskirin em ji diyaloga siyasî re amade ne. Ji bo ev mafê gelê me bê dayîn di nava 8 salan de gelek xebatên girîng hatine meşandin û gelê me heya astekê xwe bi xwe birêve dibe. Lê li hemberî hemû pilan û êrişên li ser civakê, çawa beriya niha helwesta me çêbûye ji niha û şûn de jî wê ti êrişek li ser gelê me, ti êrişeke civakî, leşkerî û siyasî wê bê bersiv nemîne.”

ROJNEWS

Show More
Back to top button