Panaroma Şengalê Civaka Êzidî bi xwerêxistinkirinê bersiv da pilan û êrişan

Civaka Êzidî sala 2022'yan di bin êrişên giran de derbas kir û her wiha li hemberî êrişan jî gavên mezin ber bi Şengala xweser û azad ve avêtin. Di nava salê de Şengal bû cihê êrişên dagirkeriya dewleta Tirk, PDK'ê û hikûmeta Kazimî, lê civaka Êzidî bi berxwedan û xwe rêxistinkirinê bersiva êrişan û planan dan. Şengalê bi berxwedanê dest bi salê kir û bi çalakiyên ku daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Abdullah Öcalan dike ber bi dawiya sale ve çû.

Di 12’yê Çileyê de hêzên Iraqê rê nedan peykerê Fermandar Zerdeşt Şengalî derbasê Şengalê were kirin. Li ser astengiya hêzên Iraqê ciwan berê xwe dan seytereya Iraqê û vê rêgiriyê.

Di 21’ê Çileyê de di encama êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk de li Geliyê Şilo yek ji fermandarên YBŞ’ê Azad Êzdîn û şervanê YBŞ’ê Enwer Tolhildan şehîd bûn ku ev dibû yekemîn êriş di sala 2022’yan de li ser Şengalê pêk hat. Di dirêjahiya sale de êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Şengalê dewamkirin û di nava salê de 10 caran bi balefirên bê mirov û carekê jî bi balefirên şer Şengal hate topbarankirin. Di encama van êrişan de şervanên YBŞ’ê, zarok û sivîl jî di nav de bi giştî 5 kes şehîd bûn. Her wiha 11 kes jî birîdar bûn.

Di destpêka meha Sibatê de hikûmeta Kazimî bi hezaran leşkerên xwe tevlî çekên giran sewqî Şengalê kirin û di nava gund û navçeyên Şengalê de bicihkirin. Ev hêza artêşê heya meha Gulanê ji Şengalê venekişiya.

Însiyatîfa Navnetewî ya Ji bo Kurdan Edalet, ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘Rêxistinên Terorîst’ li seranserê welatên Ewropayê kampanyaya îmzeyan ku 4 milyon îmze hedef dike, ragihandibû. Gelê Şengalê jî bi komkirina îmzeyan di despêka meha Adarê de tevlî kampaniyê bû. Li Şengalê di nava mehekê de 40 Hezar û 446 îmza hatin komkirin.

Her wiha di 17’ê Nîsanê de artêşa Iraqê li komelgeha Dîgurê êriş birin ser noqteyên Asayîşa Êzdîxanê û di encama berxwedana hêzên Asayîşê de şer derket. Bi mudaxaleya Rêveberiya Xweser a Şengalê şer heta 1’ê Gulanê hate rawestandin.

Di 1’ê Gulanê de careke din artêşa Iraqê bi zextên Dewleta Tirk û PDK’ê li navçeya Sinûnê û komalgeha Dîgurê êriş birin ser Asayîşa Êzdîxanê, YBŞ û YJŞ’ê, di encama berxwedaniya şervanan û gelê Şengalê de artêşa Iraqê neçar ma paş ve vekişe.

Di 15’ê Hezîranê de li hemberî Meclîsa Gel a Sinûnê êrişek hewayî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve pêk hat û di encamê de 6 kes birîndar bûn, zarokekî 11 salî û sivîlek şehîd bûn. Bi êrişê re komên ku ji aliyê PDK’ê ve hatibûn rêxistinkirin li hemberî Asayîşa Êzdîxanê dest bi çalakiyên provakatîf kirin û xwestin tevliheviya li Şengalê derxin, lê bi hewildanên Rêveberiya Xweser ev provakasyona PDK’ê hate pûçkirin.

Di 3’yê Hezîranê de Jinên ciwan ên Şengalê bi beşdariya sedan jinên ciwan, 1. Kongraya xwe lidarxistin.

Civaka Êzidî di 8. salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de bi pêşengiya Rêveberiya Xweser tevî hemû aliyên siyasî yên Êzidiyan li hev kombûn û bi yekîtiyekî xurt şehîdên fermanê xwe bibîr anîn, di serî de PDK hesabê ji berpirsyarên fermanê xwestin.

Di 25’ê Tebaxê de Yekîtiya Ciwanên Êzidî weke bersivek ji bo fermana 3’yê Tebaxa 2014’an kongreya xwe ya sêyemîn lidarxistin.

Di 20’ê Cotmehê de ji aliyê Navenda Çand û Hunera Şengalê ve Yekemîn Festîvala Çand û Hunerê ya Çiyayê Şengalê hate lidarxistin, festîvalê 3 rojan dewam kir.

Di 13’yê Mijdarê de, Tevgera Azadiyê Jinên Êzidî (TAJÊ) bi ruhê rizgarkirina Şengalê û felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dirûşmeya “Emê xwe ji fermanê biparêzin, azadiya jin û civakê mîsoger bikin” 2. Kongreya xwe lidarxist.

Di 20’ê Kanûnê de Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzdiyan (PADÊ) 4. kongreya xwe bi beşdariya 500 mêvan û 250 delegeyan lidarxist û endamên meclisa rêveber ji 21 kesan ku 5 jê jin hate hilbijartin.

Di 21’ê Kanûnê de li komalgeha Dîgurê ya Şengalê ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê û Yekîtiya Ciwanên Êzdîxanê ve, bi armanca balê bikişînin ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, konê çalakiyê hate vedan. Di nava 5 rojan de bi sedan xelkê Şengalê, endam û nûnerên sazî û rêxistinên civaka Êzidî tevî serok eşîrên herêmê konê çalakiyê ziyaret kirin û piştgiriya xwe a ji bo çalakiyê dan diyarkirin.

Di nava salê de tevî hemû gef û êrişan jî 300 malbatên Êzidî ji Başûrê Kurdistanê vegeriyan Şengalê, her wiha derdora 100 malbatî ku li Serdeşta Şengalê di nava konan de bûn, vegeriyan ser malên xwe.

ROJNEWS

Show More
Back to top button