Li Şengalê Cejna Mêlmêlav

Li Şengalê kevneşopiyek Êzidiyan ya herî kevnar pêkhat. Bi hezaran Êzidî ber deriyê xwe agir pêxistin, hinek cihên navendî agir geş kirin û sersala xwe pîroz kirin. Cejna Mêlmêlav ku jêre tê gotin bi fîşekên hewayî û govend gerandinê heya derengiya şêvê berdewam kir.

Li Şengalê cejnek herî kevnar dûh ber bi êvarê hate pîroz kirin. Cejna bi navê Mêlmêlav, Bêlînda Pîra an jî Bêlinda Mezin jî jêre tê gotin beriya tarî bikeve erdê bi coş û kelecanekî mezin destpêkir. Ev cejn her sal piştî rojiyên Êzî bi 15 rojan tê pîroz kirin û heman demî wek cejna sersalê jî tê qebûl kirin.

Taybetiya Cejna Mêlmêlav tevahî Şengalê xistina nava ronahiya agir e. Ev cejn ji aliyê eşîra Cîwanan ve bi giranî tê pîroz kirin.

Newrozê re bû îlham

Yek ji cejnên herî kevnar yê qewmê Arî ye û taybetiya wê pêxistina agir ve eleqe dar e. Vê rojê hemû ferdên ji eşîra Cîwanan dadikevin kolanan, yan agirek mezin pê dixin, yan jî li ber deriyên xwe agirek biçûk yê sembolîk pê dixin. Bingeha agir divê bi daran bê avêtin. Ev şahî û pîrozbahî yekser Newrozê her çiqas bîne bîra mirov jî tê texmîn kirin ku Newroz li ser vê kevneşopiyê berdewam kiriye. Agir vedan, mizginiya ronahî, hêvî û germahiyê temsîl dike.

Cejna Mêlmêlav wê îro bi xwarina xêrê ya ku nîvro tê amade kirin û hem li ser cîranan tê belav kirin hem jî bo mêvanên tên serdana malan tê servîs kirin bi dawî dibe.

ROJNEWS

Show More
Back to top button