Pîrozbahiya Cejna Pîrê Arî li Şengalê destpê kir

Hoza Çêlka ya Êzidiyên Şengalê dest bi pîrozbahiyên Cejna Batîzmiyê kirin. Cejna Batîzmê ji aliyê hemû Êzidiyan ve nayê pîrozkirin. Salane hoza Çêlka vê cejinê pîroz dikin. Cejn ji bo Tawisê Melek be jî, jê re "Cejna Pîrê Arî/Alî" jî tê gotin.

Rê û resmên cejnê

Pîrê Arî wekî temsîla Tawisê Melek tê zanîn ku di Êzidayetiyê de serokê melayîketan e. Lewma Cejna Pîrê Arî (Batîzmî) ji bo 7 melayîketên xwedê, 7 rojan dewam dike. “Roja Paqijiyê (Cilşo)” ye. Roja dûşem, sêşem û çarşemê jî rojî tê girtin. Lê roja dawiyê rojî heta nîvrojê ye. Piştî nîvro jî pîrozbahiya cejnê destpê dike.

Roja çarşemê piştî nîvrojê “serbir” e, yanî her malbatek sewalekî serjê dike. Di heman demê de her malbatek serbirekî taybet ji bo “Pariyan” serjê dikin. Di serbiran de 7 hestî tên veqedandin û ji van re “Parî” tê gotin.

Li gorî baweriyê dema ‘serbir’ tê serjêkirin, pêwîste ev 7 hestî neyên şikandin û heta roja Şevberatê (şeva ku tu kes ranazê) tên parastin, jê nayê xwarin.

Paşê nanekî taybet ê bi navê “Sewik” tê çêkirin. Sewik bi hevîrtirşê ji mala Pîrê Çêlkan, tê çêkirin. Her malbatek, diçe mala Pîr û hevîrtirş tîne. Li ser Sewikan 12 nexşên ku temsîla 12 mehên sale dikin, tên çêkirin.

Merasîma hefteyekê

Roja Pêncşemê malbat pêşwaziya mêvanan dikin. Her mêvanek divê ji goşt û sewikên malê bixwe. Heman rojê piştî nîvro jî malbat “Xwera” tînin malê. Xwere jî kekeke taybet a ji bo Cejna Batîzmê ye. Xwera ji aliyê Micêwir ê ji Eşîra Çêlka ve tê amadekirin û ji ardê ceh, kuncî û hêkên mirîşkan tê çêkirin. Ew tişta herî pîroz a cejnê ye û jê re dibêjin,”Xwerê Pîrê Arî”.

Dema Xwera anîn nava malê, fitîl (find) li ser cihê Xwera tên pêxistin, eger oldar li herêmê hebin, li ser Xwera hazir dibin û qewilên taybet ê ola Êzidiyan dibêjin. Malbat, her mêvan Xwera ziyaret dike. Herkes xêr û pere datîne ser maseyê. Lê pere dayîn ferz nîne. Êvara Înê (şeva pêncşem diqulibe înê), xelk ranazên. Ev “Şevberat” e.

Roja Înê malbat radizên û mêvan naçin malan. Roja Şemiyê dîsa malbat pêşwaziya mêvanan dikin. Roja dawî ya cejnê yekşem e. Di berbanga sibehê de, beriya ku roj hil bê, malbat taştêya “Şêşims” amade dikin û ji ser û piyên Serbirê pêk tê û li malên derdora xwe belav dike. Roja Yekşemê piştî taştêya Şêşims hate belavkirin, malbat dezî amade dikin. Dezî ji pembû ye, pirr zirav e. Tayekî deziyê sor û tayekî spî li hev tê hûnandin. Her kesek hêviyekê di dilê xwede çêdike û dezî wisa dike destê xweyê rastê an jî Stuyê xwe, li gorî baweriyê eger di nava salê de qetiya, hêviya wê/wî pêk tê, piştî dezî hate belavkirin cejn nîvrojê bi dawî dibe û xwera tê rakirin. Bi vî awayî cejn bi dawî dibe.

Ev cejn dikeve heftiya dawî ji salê û cejn heta sal nû dibe dewam dike. Sala derbasbûyî şevberat di şeva sersalê de hate girtin û bi coşeka mezin, xweşî û şahyek taybet derbas bû.

Ne tenê li Şengalê, li herêma Torê ya Bakûrê Kurdistanê jî ev cejin di nava Êzidiyan de tê pîrozkirin.

ROJNEWS

Show More
Back to top button