Dara Êzdayetiyê û kurmê darê

Civaka Êzîdî û Êzdayetî bi hezaran salan e, li deşt û çiya, li gund û bajaran li ber xwe dide. Di rastiyê de, çanda Êzdayetiyê çandeke mezin a berxwedanê ye. Çi demê ferman li wan rabûye, Êzîdî li hev kom bûne, di bin darên pîroz, şikeft û geliyên asê de şêwra xwe kirine, biryara berxwedanê dane û bi dehan caran artêşa Osmanî şikandine.

Lê li hemberî vê xeta berxwedanê, dijminên Êzdayetiyê jî xwestinê xeta xiyanet û hevkariyê bi pêş bixin. Weke yek ji gotinên pêşiyan dibêje; “Kurmê darê ne ji darê be, dar pûç nabe.” Dijminên Êzdayetiyê, ji bo xeta berxwedanê bişikînin, civaka Êzîdî ji hev belav bikin, vê carê hewl dan ku ji nav civakê hin kesan bikişînin nav tora xwe ya qirêj û wan bikin Dijminê Kokê.

Weke tê zanîn piştî rejîma Sedam Hisên hilweşiya, Şengal ji sala 2005’an heya 2014’an di bin desthilatdariya PDK’ê û Malbata Barzanî de bû. Li Şengalê êrişên şerê taybet, siyaseta qirkirina çandî û hewldanên bipêşxistina hevkarî û xiyanetê jî bi PDK’ê û saziya wê ya istîxbaratê Parastinê re dest pê dike. PDK û Malbata Barzanî bi hatina xwe ya Şengalê re ji bo Êzdayetî tine bibe û Çiyayê Şengalê bişike, çi ji destê wan hat, kirin. Li aliyekî rê li ber Fermana Reş a 2014’an vekirin, lê dema dîtin civaka Êzîdî dest ji bîr û baweriya xwe, dest ji Çiyayê Şengalê yê pîroz bernade, vê carê bi Fermana Spî yanî bi şerê taybet êriş bire ser civaka Êzîdî.

Ji fermana 2014’an ve, ji bo îradeya civaka Êzîdî û ya Şengalê bişikînin, dezgeha istîxbaratê ya PDK’ê Parastin bi hevkariya MÎT’a dewleta Tirk li hemberî pêşengên civaka Êzîdî yên wekî Mam Zekî, Zerdeşt Şengalî, Dijwar Feqîr û gelek pêşengên din êrişên bêbext bi pêş xistin. Di van êrişên bêbext de, MÎT û PDK hin kesên ku xiyanet li bîr û baweriya Êzdayetiyê kirinê, hin kesên xwefiroş jî bi kar anîn. Di van êrişên bêbext de şopên xiyanetê jî hebûn ku îro ev şop kifş û zelal dibin.

Li ser Şengalê polîtîkayên şerê taybet û hewlên avakirina tora sîxurtiyê piştî Peymana 9’ê Cotmehê berfireh û berbelavtir bûn. Ev peyman bi xwe plansaziyeke şerê taybet bû. Em bala xwe bidinê û bînin bîra xwe, piştî vê peymanê êrişên li dijî pêşengên civaka Êzîdî û saziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê zêdetir bûn. Bi vê peymanê re rêbazên şerê taybet bi berfirehî xistin meriyetê, MÎT’a Tirk û PDK’ê ji bo li Şengalê tora sîxurtiyê ava bikin, li Şengalê xeta xiyanet û hevkariyê xurt bikin planeke taybet xistin meriyetê. Piştî Peymana 9’ê Cotmehê, MÎT’a Tirk û PDK’ê ji xwe re zêdetir derfet û zemîn dîtin ku vê siyaseta qirêj li ser Şengalê bimeşînin.

Van her du salên dawiyê, MÎT’a Tirk û PDK’ê, bi agahiyên ku bi rêbazên qirêj bidestxistine, li Şengalê telefonî hemû malbatên dilxwaz û welatêz, li endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser yek bi yek kirin. Ji wan dihate xwestin ku sîxurtiyê bikin ango xiyanetê li Şengalê bikin û bibin “Dijminên Koka Xwe”. Yên vê xiyanet qebûl nekirin jî gefa kuştinê li wan hat xwarin. Beguman civaka Êzîdî, endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser bersiva vê xiyanetê dan, mirin dan berçav û xebatên xwe dewam kirin. Lê hin kesên xwefiroş jî derketin ku xiyanet li bîr û baweriya Êzdayetiyê kirin û ketin nav vê tora xiyanetê.

MÎT û PDK’ê ji bo di nav civaka Êzîdî de xiyanet û hevkariyê bi pêş bixin, çi dikin? Ciwanên Êzîdî bi kîjan rê û rêbazan dikin “Dijminê Kokê”? Ev Dijminên Koka Xwe, ji aliyê PDK û MÎT’a Tirk ve çawa hatine xapandin, çawa hatine perwerdekirin, di kîjan êrişên bêbext de cih girtine, di berdêla xiyaneta xwe de çi bi dest xistine, ev pirs, roj bi roj ronî û safî dibin.

Civaka Êzîdî dixwaze ji şehadeta Mam Zekî heta ya Dijwar Feqîr, ev tora xiyanetê were zelalkirin, “Kurmên Dara Êzdayetiyê” kifş bibin û hesab ji wan xiyanetkaran were xwestin. Daxwaza dayikên şehîdan, ciwanên dilsoz ên Êzîdxanê ev e. Û xuya ye roj hatiye ku hesabê xiyaneta li Şengalê were pirsîn. Civaka Êzîdî û Şengalê çawa ku bi berxwedanê ji celadên DAIŞ’ê hesab xwestin, îro jî wê ji “Kurmên Dara Êzdayetiyê” hesab bixwazin. Û bi vî awayî wê Dara Êzdayetiyê car din şîn bibe, şax vede…

POLİTİKA YA AZAD

Show More
Back to top button