Dayikên Şengalî: Bi hezaran Dijwar di nava me de hene ku çeka wî rakirine

Dayikên Şengalî di salvegera şehadeta Dijwar Feqîr de soza xweserî û azadiya Şengalê dan û ev hişyarî li xayînan kirin: "Xayînan hevalê Dijwar şehîd xistin. Lê bi sedan şagirtên Dijwar hene ku çeka wî rakin. Em ji xayîn û xwefiroşan re dibêjin bes e xayîntî li axa xwe, li zarokên Êzidiyan û li ola xwe kirin.''

Îro, di ser şehadeta Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Merwan Bedel ( Dijwar Feqîr ) re salek derbas dibe. Ev çend roj in civaka Êzidî di şexsê Merwan Bedel de hemû şehîdên xwe yên pêşeng bibîrtîne, soza pêkanîna xewn û xeyalên wan dide. Merwan Bedel, hemû dayikên Şengalê weke dayîka xwe hembêz kiribû û dayikên Şengalê jî ew weke zarokê xwe di dilê xwe de hewandibûn. Di salvegera şehadeta Merwan Bedel de dayîkên Şengalê ji ajansa Rojnews’ê re diyar kirin ku wext hatiye ew hesabê ji xayîn û xwefiroşan bipirsin ku bûne sedema şehadeta pêşengên civaka Êzidî.

Dayê Neam Ilyas, xwedîderketina şehîdan weke xwedîderketina li Êzdayetiyê binavkir û ji bo kesayeta Merwan Bedel ev nirxandin kir: “Hevalê Dijwar mamosteyê Êzdayetiyê bû, heya şehadetê li ber xwe da, negot malbata min heye, zarokên min hene. Onun dem Qediya me giran e var. Wî ne ji bo malbata xwe ji bo axa Şengalê şer kir. Ne ji bo zarok û eşîra xwe, ji bo hemû civaka xwe şer kir. Di wê roja teng de çeka şeref û namûsê rakir.”

Bi sedan şagirtên Dijwar hene

Dayê Neam balkêşa ser dîroka Şengalê û bibîrxist ku her carê ku Egîd û xweşmêrek bi pêşengiya civaka xwe ve rabe tê hedefgirtin û wiha berdewam kir: “Pêşengên me yên weke Ş. Zerdeşt, Ş. Dijwar û Mam Zekî hedef digirin, dibêjin eger pêşengên me hedef bigirin emê lewaz bibin. Lê bi sedan şagirtên Dijwar hene ku çeka wî rakin. Bila dijmin bizane, Êzidiyek jî bimîne dijmin nagihe hedefa xwe.”

Ji xayîn û xwefiroşan re Êdî Bes e!

Dayê Neam Ilyas herî dawî qala xeta xiyanetê ku dijminê koka xwe ye kir û ev hişyarî kir: “Em ji xayîn û xwefiroşan re dibêjin êdî bes e, xayîntî li axa xwe, li zarokên Êzidiyan re û ji ola xwe re kirin. Yên xwe firotine dijmin û xayîn in, eger wan destek nedana dijmin, dijmin nedikarî derb li me bixe.”

Xayînan hevalê Dijwar şehîd xistin

Yek ji dayikên Şengalî Nûrê Şengalî jî bibîrxist ku Dijwar Feqîr kedeke mezin daye Şengalê û wiha axivî: “Xayîn rabûn ew şehîd xistin. Erdoğan ji ku dizanî hevalê Dijwar li ku derê ye? Xayînan hevalê Dijwar şehîd xistin. Em dayikên Şengalê li pey doza şehîdan e. Lê bila Erdogan bizane em ji êrîşên wî natirsin û terka axa xwe nakin. Pêwîst e gelê me jî xwedî li berxwedanê û şehîdan derkeve.”

Bi hezaran Dijwar di nav me de hene

Rîhan Xidir jî diyar kir ku ew bi keda şehîdan li ser linga mane û helwesta dayikên Êzidî ya li dijî êrîşan wiha anî ser ziman: “Niha bi hezaran Dijwar di nav me de hene. Bi hezaran cihê Zerdeşt girtine. Em bi şehîdên xwe serbilind in û em paş ve gav navêjin. Emê zêdetir xwe birêve bibin, zêdetir bihêz û bi cesaret bin.”

Dayê Şemê Miço jî balê kişand ser kesayeta rêxistinî a Merwan Bedel û keda wî ya ji bo Şengalê wiha vegot: “Wî zarokên me perwerde kiribû, parastina axa Şengalê kiribû. Wî sozek da şehîdan ku terka vê axê neke, soz da dayîkan me li ber destan nehêle, me jî soz daye wî em terka axa xwe nekin, li pey doza wî bin. Ew zarokên ku wî perwerde kiribûn, îro weke wî zarokên civaka xwe perwerde dikin.”

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button