Bi diruşmên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ kongra TAJÊ bi dawî bû

Kongreya 2'yemîn a TAJÊ bi biryar û soza mezinkirina tekoşîn û avakirina civakekî azad, demokratîk û azadîxweza jinê bi dawî bû.

Kongreya 2’yemîn a Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ku bi dirûşmeya “Emê xwe ji fermanê biparêzin azadiya jin û civakê misoger bikin” îro hatibû destpêkirin, bi biryarên girîng û bi bilindkirina dirûşmeyên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî bû.

Kongreya TAJÊ’ê ya ku bi boneya 7’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê bi dirûşmeya “Em ê xwe ji fermanê biparêzin azadiya jin û civakê misoger bikin” di seatên sibehê de hatibû destpêkirin bi biryarên girîng bi dawî bû. Di kongreyê de bi gişt nêzî 250 delegeyan amade bibûn. Her wiha Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) û jinên Ereb ya Şengalê jî cihê xwe di kongreyê de girtibûn.

Piştî xwendina rapora kar û xebata 3 salan a TAJÊ’ê, sinevizyonekî li ser girîngiya rêxistibûna jin hate temaşekirin.

Li ser rewşa rêxistinbûna jina Êzidî û tekoşîna wê ya di qada siyasî, leşkerî, civakî, aborî, nîqaş hat memeldin.

Sîstema hundirîn ya TAJÊ û biryarên kongrayê hatin xwendin. Bi biryarnameyê hat destnîşankirin ku dê TAJÊ’ê li ser nêrîna civaka demokratîk, xwezaparêz û azadîxwaziya jinê, wê rêxistina xwe mezintir bike; pergala xwe li ser esasê civaka exlaqî û polîtîk, di aliyê siyasî, aborî, civakî, parastinî û hiqûqî de li hemû qadan, li ser esasê komîn, meclîs, akademî, weqif, sazî, malên jin, rêxistinên xwe yên parastina cewherî, koperatîf û hwd wê xwe bi hêz bike.

Koordînasyona TAJÊ’ê ji 9 kesan tê avakirin û bi awayekî sîstematîk bi sîwana jinên Êzidî ya Ewropa re din nav pêwendiyan de be.

Bi gelemperî biryarên ku hatin xwendin bi erêkirina hemû beşdervanan hatin qebûlkirin. Di kongreyê de biryar hate girtin ku ala TJAÊ bê guhartin û her 2 sal carekî kongreya xwe li darbixe.

Meclîsên TAJÊ hatin bilbijartin û endamên meclîsê di dawiyê de soza bîkanîna erka xwe dan.

Endama meclîsa tevgera azadiya jinên Êzidî (TAJÊ) Lava Şengalî axaftina dawî kir û daxweza dadgehkirina PDK’ê û DAIŞ’ê ku sedema fermanê bû hate kirin û bi van gotinan kongra bi dawî kir: “Em destpêkê di şexsê Jîna Emînî û Nagîhan Akarsel de vê kongreyê diyarî jinên şoreşger dikin. Em weke tevgera azadiya jinên Êzidî ji hemû hêzên saziyên mirovî diparêzin û dewletên navnetewî daxwaz dikin ku PDK’ê ku sedema herî mezin a fermana 2014’an e, bê dadgehkirin.”

Kongra bi dirûşmên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û gerandina govandê bi dawî bû.

 

NÛJÎNHA-ŞINGAL

Show More
Back to top button