Jinên Êzidî û Ereb: Bi saya Rêber Ocalan em dikarin xwe birêve bibin 

Jinên Êzidî û Ereb yên Şengalê diyarkirin ew îro bi saya Rêber Ocalan li ser axa xwe nan dixwin û dikarin bi îradeya xwe birêve bibin. Jinan ji bo azadiya fizikî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan, bang li her kesê kirin ku rabin ser xwe.

Jinên Êzidî û Ereb yên li Şengalê derbarê girîngiya azadiya fizikî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo jinên li Şengalê, ji Rojnews re axivîn.

Jina bi navê Tewra Şengalî ku li niştecihê Komelgeha Borike, behsa dema ji fermanê rizgarbûne kir. Tewra da zanîn ku bi saya ramanên Rêber Ocalan ew rizgar bûne, ji bo wê jî xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Ocalan rêxistinkirine û li pey azadiya jinê ketine. Tewra Şengalî destnîşankir ku beriya fikra Rêber Ocalan di nava civaka Êzidî de belav bibe, wan ji jiyanê tiştek fam nedikir, lê ew niha dikarin bi îradeya xwe, xwe birêve bibin.

Tewrê Şengalî ji bo azadiya fizikî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li hemû azadîxwazan kir da ku têkoşînê bilind bikin û wiha pêde çû; “Emê weke dayîk ti carî qenciya Rêber Apo ji bîr nekin û heya dawî ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşin.”

Jina bi navê Fatîme Elî jî derbarê girîngiya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de nêrînên xwe anî ziman. Fatime ragihand ku ew weke gelê Ereb dijî girtina Rêber Ocalan ya di girtîgehê dene û got; “Rêber Ocalan ji bo tevahiya Rojhilata Navîn, aştî û aramiyê peydakiriye, em di wê hêviyê dene ku demek zû de azad bibe. Ev daxwaza me hemûyane, ji bo azadiya Rêber Apo ji hertiştî re amadene. Ger em niha li ser warê xwe nanê xwe dixwin, ev bi saya Rêber Apo ye, divê her kes vê bizane.”

Fatîme di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku di felsefeya Rêber Apo de, jin, kal, zarok û ciwan wekhev û dikarin bihevre jiyan bikin, weke jinên Ereb fikrê Rêber Ocalan ji bo wan esase û ewê li ser wî fikrî bin.

ROJNEWS-ŞENGAL ÎBRAHÎM ÊZDÎN

Show More
Back to top button