Di êrişa li Şengalê de kesek şehîd û yek jî birîndar bû   

Balefirek bê mirov a dewleta Tirk a dagirker li Taxa Elnisir a navenda Şengalê wesayitek hedef girt. Di encama êrişê de ciwanek Êzidî şehîd ket, jinek jî birîndar bû.

Derdora saet 18:20’an de balefira bê mirov a dewleta Tirk a dagirker li navenda Şengalê li Taxa Elnisir wesayetek bombebaran kir.

Li gor agahiyên ji nûçegihanê me hatine girtin, di encama êrişê de ciwanê Êzidî yê bi navê Mehsin Şemo şehîd bû, her wiha jinek jî ku navê wê nehat zanîn birîndar bûye.

Hat gotin jina birîndar rakirine Nexweşxaneya Şengalê.

Gelê Şengalê jî ji bo xwedîderketina li şehîd û birîndara berê xwe dane ber Nexweşxaneya Şengalê.

Hat gotin hêzên Iraqê dixwazin jina birîndar veguhêzin Musilê, lê gel destur nade vê yekê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ji beriya niha jî di dema êriş li ser Şengalê çêdibûn de dema birîndar yan jî cenazeyên şehîdan radikirin nexweşxaneyên Musilê, hêzên Iraqê dest danîn ser cenaze û birîndaran û rê nedidan cenaze yan jî kesên birîndar vegerînin Şengalê.

Ji bo heman bûyer dubare nebin gel li ber Nexweşxaneya Şengalê kombûye û rê nade cenaze û birîndar derbasî Musilê bên kirin.

 ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button