Ciwanên Şengalê li dijî êrişan meşiyan  

Li dijî êrişên dawleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê û bêdengiya Hikumeta Iraqê ciwan û jinên ciwan yên Şengalê meşiyan. Di meşê de bêdengiya hikûmeta Iraqê hate şermezarkirin û banga yekîtiya civaka Êzidî hate kirin.

Ev 2 mehin bênavber balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker li ser Şengalê digerîn. Tevî bangewaziya Rêveberiya Xweser ya Şengalê ya ji Hikûmeta Iraqê re ku mudexeleyî rewşê bike, heta niha ti gavek ne hatiye avêtin. Di rojên dawî de 3 caran êriş bi balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk li ser Şengalê pêk hat. Herî dawî di 1’ê Mijdarê de li nêzî Qubeya Hesen Maman a navenda Şengalê êriş pêk hatibû.

Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ciwanên Şengalê bi hêrs duh daketin qadan û meşek li darxistin. Meşê li navenda Şengalê ji Çerxeriya Hisên destpêkir û heta Çerxeriya Şehîd Zerdeşt berdewam kir.

Li gel çerxeriya Şehîd Zerdeşt li ser navê Yekîtiya Ciwanên Şengalê daxuyaniyekî hate dayîn. Di destpa daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker hate şermezar kirin û bang li hikûmeta nû ya Iraqê hate kirin ku bi erka xwe rabe.

Di daxuyanyê de wiha tê gotin: “Em di destpêkê daxuyaniya xwe de bang li hikûmeta nû ya Iraqê dikin ku li hember êrişên dewleta Tirk bêdeng nemîne. Duh cihê hêzên me yên YBŞ’ê hedef girtibû girtin. Ev ne êrişa yekemîne, bi sedan caran êriş pêk hatine û di wan êrişan de gelek ciwanên Êzidxanê şehîd bûne. Hemû cîhanê jî dizane ku civaka me li hember 74 fermanan li ser vê axê li berxwedaye, tevî hemû êrişan jî ev civak bi vê axê ve girêdaye.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate diyar kirin ku eger Şengal beşek ji Iraqê ye wê demê mafê Şenglê ji hikûmetê Iraqê jî heye û wiha didome: “Pêwîste dewleta Tirk a dagiker serweriya Iraqê bi rêzdar nêz bibe. Ji 2014’an ve heya niha 2 hikûmet hatine avakirin, lê yek ji wan jî li hember dagikeriya Tirk nebûye xwedî helwest. Em bi hêvî ne û bang jî dikin ku ev hikûmeta nû weke yên berê nebe û li hemberî binpêkirina serweriya Iraqê xwedî helwest be. Her kes dibêje ku Şengal beşek ji Iraqê ye, eger wiha ye pêwîste ev hikûmet mafê Şengalê jî biparêze.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate diyar kirin ku eger ev rewş neyê guhartin wê ciwanên Şengalê insyatîfa xwe bikar bînin û wiha didome: “Eger ev hikûmet li hember van êrişan bê deng ma, em weke ciwanên Şengalê, em ê bi zimanekî din êdî biaxivin. Em weke ciwan amadene ku canê xwe fedayê vê axê û vê baweriyê bikin. Hêzên me hene, parastina me jî hene, em ji tu kesî daxweza parastina xwe nakin, em bi zarok û jinên xwe bawerin ku wê parastina xwe bi xwe bikin. Em tenê dibêjin ku bila hikûmeta Iraqê bi erka xwe ya sereke rabe, ew jî parastina sînor û serweriya Iraqê ye. 

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button