Asayîşa Êzidxanê têkildarî êrişa duh daxuyanî da

Endamê Rêveberiya Asayîşa Êzidxanê Hecî Xelef li ser navê Asayîşa Êzidxanê daxuyaniyek da û ragihand ku dema ew li ser erka xwe bûne, teqînek pêk hatiye. Xelef diyar kir polîs û artêşa Iraqê di vê mijarê de peywira xwe bi cih neaniye.

Duh li ser rêya Taxa Hey Şûheda di nav malan de wesayîteke bombebarkirî bi hêzên Asayîşa Êzîdxanê ve hate teqandin. Di encama teqînê de 3 endamên asayîşê birîndar bûbûn. Asayîşa Êzidxanê îro derbarê teqînê daxuyaniyek da.
Li ser navê asayîşê Endamê Rêveberiya Asayîşa Êzidxanê Hecî Xelef daxuyanî da û got “Nûçeyên ku dibêjin êriş bi balefirê pêk hatiye ne rast e. Bûyer duh êvarê saet di dora 8’an de pêk hat. Beriya wê hinek kesan Asayîş agahdar kiribû ku wesayîteke nenas li Taxa Hey Şûheda sekiniye. Ji ber ku artêş û polîsên Iraqê di vî warî de peywira xwe pêk nayne, em çûn cihê ku wesayît lê ye. Em bi du wesayîtan çûn ba wesayîtê. Dema ku hevalên me wesayît kontrol kirin, wesayît di hevalên me de teqandin. Di encamê de 2 jê bi giranî 3 hevalên me birîndar bûne.
Di dema kontrola wesayîtê de jî me gel ji dora wesayît dûr xist û kontrola xwe wisa pêk anî. Ji bo lêkolînê me lijneyek peywirdar kiriye wê piştre encam bi raya giştî re were parvekirin.”
Xelef di dawiya daxuyaniyê de bal kişand ser Peymana 9’ê Cotmehê û diyar kir bi van êrişan tê xwestin gel venegere Şengalê û pêşiya vegera li Şengalê were girtin.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button