Spasiya hevgirtinê: Nanê Dengê Şevê

Li ser axa pîroz rê û resmeke din, ev rê û resim jî cardin di encama dilpakiya vê civakê derketiye pêş. Nanê Dengê Şevê jî rê û resmeke wiha ye ku di encama fermanekê de ji bo hevgirtinê derketiye holê ye.

Şengal – Li ser daxwaza micewirên Quba Şêx Mend me berê xwe da Qubê bi sedan kes li wir kom bibun. Tev ferdên Eşîra Simoqiyan û nasên wan bun. Hemû li dora hev kom bibun û li benda çêbuna Nanê Dengê Şevê bûn. Em bi hev re binêrin ku ev rê û resmê kevnar Nanê Denê Şevê ya xwe dispêre spasiya hevgirtinê û her sal di vê mehê de roja çarşemê tê pêşwazîkirin çawa bipêş ketiye.

Fermana Osmaniyan

Di sala 1898’an de dewleta Osmanî fermanekê dibe li ser Şengalê û komkujiyan pêk tîne careke din civaka Êzidî ji bo xwe ji fermanê biparêzin rêya koçberiyê dabun pêşberî xwe. Wê demê rêwitî ber bi rojavayê Kurdistanê ve bu. Malbata Dayika Xanê xwe xelas dike û bi çar kurên xwe ve diçe mala yek ji mezinên Eşîra Cibur Mihemed Emîn Mislit ew malbata hêja ji bo dayê Xanê û zarokên wan nanekê taybet çêdike.

Bi şev qîr kir û kir xêr

Xwediyê malê şeva ku wê nanê çêdikin diçe ser ban û qîr dike dibêje; “Heçî kesê birçî keremkin werin mala me nan bixwin.” Dayê Xanê ji vê nêzikariya malbatê pir bandor dibe û ji lawên xwe re dibêje: “Ger em bi sax û silametî vegeriyan warê xwe soz bidin min ji bo vê qenciya malbata ku li me kirî em ê her sal Nanê Dengê Şevê çêbikin. Ji bu ku em başiya wan ji bîr nekin.” Di wê demê de Dayê Xanê navê nan dike ‘Nanê Dengê Şevê’ di heman demê de civak ji vê nanê re jî dibêje ‘Nanê Şêx Mend’

“Nanek û peymanek”

Ya ku van mirovan tev li vir kom kir ne tenê nanek e, lê nanek e ku buye wesîleya ku malbata Dayê Xanê hesta xwe ya spasdariyê pêşkêş bikin. Ev çanda Nanê Dengê Şevê sed sal zêdetir ji zarokên Dayê Xanê derbasî nevî û nevî çîçirkên wê buye. Çoş û merasima îro bi me da hiskirin ku wê ev rê û resim jî qet neyê jibîr kirin û wê her were bibîr anîn.

“Deng û peyvên cuda lê heman daxwaz”

Li dor nanê ku ji her temenî mirov lê kom bibun hemû jî hêviyên xwe daxwazên xwe digotin bi dehan dengên cuda, peyvên cuda. Lê heman daxwaz kêliyeke pir bibandor bû, ji bo wê çend kêliyan min çavên xwe girt û bi baldarî li dengan guhdar dikir hevokên xwe bi hesteke mezin wiha rêz dikirin:

“Xêra navê xwedê û xêra xwedanê me

rebil alemîn berserê rihên Êzidî bigêrê

 ya tawisê melek li Êzidiyan neke tengî

Şerfedîn rihên Êzidî bi destê hamê de nesipêrê

 deriyekê xêrê veke li lacê, dewleta ber hemuyan veke,

van eşîrên rengîn weke berê bigehine yek û

weke berê Qunaxên qewala bîne nava me bigerin.

xweşî û rengê biharê li gelê me belav be.”

Dayê Bêzar Milko ku wê jî di çêkirina vê nanê de ked daye daxwazên xwe bi van gotinan anî ziman: “Tawisê Melek vê nanê li dîwana xwe ji me re weke xêr binivise. Bereketê bavêjê kêm neke Şêx Mend me tevan bisitirîne. Ya tawisê melek ya baş ji dinyayê re bike xweşiyek bikeve nava me tevan bi heft gayan û heft beranan.”

“Her kes pariyekê jê dixwe’

Dayê Gulê Xidir ku salên berê hevalê wê ev nan çêdikir niha erka çêkirina nan daye ser milên xwe dibêje: “Her sal roja çarşemê di vê mehê de em vê nanê çêdikin eşîra simoqiyan vî nanî çêdike. Çar hevîr em çêdikin û em bi dohnî disitirin û bi agirê daran diqelînin dema amade bû em tev wê datînin erdeke paqij û li dorê kom dibin her kes wî nanî pîroz dike û dua û sozên yekbunê didin hev. Li du wê dohnê pez sordikin û lê direşînin hewiha hingivê jî lê dikin piştî wê yêdî her kes pariyekê jê dixwe ew nan li sedan kesan tên gerandin.”

Civaka Êzidî civakeke wiha ye ku başî û qenciyên ku li wan hatine kirin jibîr nake Nanê Dengê Şevê jî Sembola vê yekê ye.

EVÎN ZENDA-NÛJINHA

Show More
Back to top button