Çalakiya ciwanên Şengalê ya li dijî komplo û peymana 9’ê Cotmehê bi dawî bû

Li Dijî komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û peymana 9’ê Cotmehê ya li ser Şengalê ,çalakiya konvedanê ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwanên Şengalê û Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê ve hatibû destpêkirin. Çalakiyê di roja  3’yemîn de bi daxuyanyekê bidawî bû.

Komploya navneteweyî ya ku 9’ê Cotmeha 1998’an despê kir û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi vê komployê 15’ê Sibata 1999’an dîl hatibû girtin. Wek berdewamiya komployê 9’ê Cotmeha 2020’an de jî ji aliyê dewleta Tirk, PDK û Iraqê ve peymanek li dijî Xweseriya Şengalê îmza kiribûn.

Di 8’ê Cotmehê de li Geliyê Kersê, li Baxçeyê Serok Apo bi peşêngiya Yekîtiya Jinên Ciwanên Şengalê û Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê li dijî komploya navnetewî û  û duwemîn salvegera peymana 9’ê Cotmehê çalakiya konvedanê  hatibû despêkirin. Çalakiya ciwanan di roja sêyem de bi daxuyaneyekê bidawî bû.

Di nava van sê  rojan de bi sedan gelê Şengalê tevî serok eşîr, jin, ciwan û nûnerên sazî û rêxistnên Şengalê seredana kon kirin û piştgirtiya xwe a ji bo konê çalakiyê nîşandan.

Îro jî Asayîşa Êzdîxanê  û Tevgera Azdiya Jinên Êzidî ji bo destekê bidin ciwanan seredana konê çalakiyê kirin û ji aliyê ciwanan ve hatin pêşwazîkirin. Ciwanan dan diyakirin ku yek ji armancên peymana 9’ê Cotmehê tinekirina Asayîşa Êzdîxanê bû, ji ber wê ew ji roja despêkê heya niha li kêleka asayîşa xwene û kengê bê xwestin ew jî endamên asayîşê ne.

Endanêm  asayîşa Êzdîxanê jî gotin “Di dema êrîş li ser asayîşê pêkhatin, ciwanên Êzidî û tevahiya gelê Şengalê li kêleka asayîşê bûn û milbimilê me li dijî hemû êrişan sekinîn, ji bo me bi rojan li ser piya bûn.”

Endamê Asayîşa Êzîdxanê Sîdo Berekat got; “Di roja komploya li ser Rêber Apo de li ser Şengalî jî peymanek hate îmzekirin xwestin sazî û dezgehên rêvberiya xweser a Şengalê tinebikin, me jî wek gelê Şengalê û hêzên parastinê ev biryar li ser îradeya me hatibû kirin qebûl nekir û liber xwe da. Me îro wek erkê xwe dît ku em bên bin vî konî û destekê bidin ciwanên xwe. Ji ber ciwan jî her li kêleka me sekînine.”

Herî dawî li ser navê Yekitiya Jinên Ciwanên Şengalê û Yeketiya Ciwanên Êzidî daxuyanyek hate dayîn û konê çalkaiyê bidawî bû.

ROJNEWS ŞENGAL

Show More
Back to top button