TAJÊ: Êdî dem hatiye rejîma Îran’ê mafê jinan nas bike

TAJÊ qetilkirina Jîna Emînî bi tundî şermezar kir û piştgirî da xwepêşandanên mafdar yên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kir. TAJÊ diyar kir dema hatiye rejîma Îran’ê mafê gelên li Îran’ê û jinan nas bike, yan wê nekare xwe weke hemû sîstemên din yên dîkdator ji hilweşandinê rizgar bike.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyekî nivîskî qetilkirina Jîna Emînî (Mehsa Emînî) şermezar kir û sersaxiyê ji gelê Rojhilat û bi taybet jî malbata Emînî re xwest.

TAJÊ piştgirî da nerazîbûnên li seranserê Îran’ê û Rojhilatê Kurdistanê ku bi pêşengiya jinan pêktê û xwedî derketina gel ya li Jîna Emînî silav kir.

TAJÊ dazanîn têkoşîna azadiyê jinê li asta cîhanî de pêşdikeve û encamên girîng bidest dixe û wiha pêde çû: “Li seranserê cîhanê têkoşîna azadiya jinan deskeftiyên girîng bi dest xistiye. Jinên cîhanê di her astê de weke Konferansa li Tûnûsê, dikarin kombûnan li dar bixin. Derbarê hemû mijarên ku jiyan û jinan eleqeder dikin de nîqaşan bikin, nêrîn bidin û helwest bigirin. Her wiha diyar e ku wê ev serdem, bi taybetî di pêşengtiya jinên Êzidî û bi giştî jî Kurd, Ereb, Fars hwd. de bibe serdema azadiya jinan.”

‘Rejîmên faşîst û antîdemokratîk dijminahiya jinan dikin’

Li ser siyaset û qanûnên dij demokratîk yên li dijî jinan jî TAJÊ vê peyamê da: “Li beramber pêla azadiya jin û gelan, hin rejîmên faşîst û antîdemokratîk bi israr dijminahiya jinan dikin. Yek ji van welatan rejîma sêdareyî Îran jî bi taybetî di van demên dawiyê de şîdeta li ser jinan ji her carê zêdetir derxistiye asteke jor ku êdî wijdanê mirov ranake. Li Îranê dijminahiya jinan bi qanûnên olî tê misogerkirin. Her kêliyên jiyana jinan ji aliyê aqlê mêr ê deshilatdar, ango dewletê ve tê diyarkirin. Her wiha tê xwestin jin bêîrade bê hiştin. Qetilkirina jina ciwan Jîna Emînî jî encama vê polîtîkaya dijminane ye. Ji ber ku her cure şîdeta li ser jinê rewa tê dîtin. Eger tu jin bî û bixwazî bi îradeya xwe bijî tu dibî hedefa êrîşên hovane. Mafê te yê jiyanê nayê naskirin. Ev jî rê li ber vedike ku jin li her qada jiyanê bi xeteriya êrîş û qetilkirinan re rû bi rû bimîne. Bi qetilkirina Jîna Amînî careke din derket holê ku li Îranê rewş ji bo jinan gihîştiye asteke gelekî metirsîdar. Ji ber ku ya qetil dike dewlet bixwe ye.”

Em xwepêşdanên bi dirûşma “Jin, Jiyan Azadî” silav dikin

TAJÊ israra gel ya di xwepêşdanan de jî silav kir û sersaxî ji malbatên xwepêşdanderên şehîdbûne re xwest û wiha hate gotin: “Li hember van êrîşan bi dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî!” xwedîderketina gelê bi taybetî Rojhilatê Kurdistanê em watedar dibînin, silav dikin û destekê didin. Tevî ku rejîma Îranê êrîşî xwepêşanderên protestokirina qetilkirina Jîna Amînî dike jî nikare pêşî li çalakiyan bigire. Heta niha gelek şehîd di van xwepêşandanan de hatine dayîn. Em ji malbatê şehîdan re sersaxiyê dixwazin.”

‘Em weke jinên Êzidî êşa jinên Rojhilat û Îran’ê parve dikin’ 

TAJÊ bang li rejîma Îran’ê kir guh bide daxwazên gelên Îran’ê û jinan: “Em weke Tevgera Azadiya Jinên Êzdî êşa jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê parve dikin. Qetilkirina Jîna Emînî û ev polîtîkayên qirêj ên rejîma Îranê şermezar dikin. Êdî dem hatiye ku rejîma Îranê xwe biguherîne, mafê hemû gel û jinan nas bike. Yan na wê weke hemû rejîmên dîktator û deshilatdar ji hilweşandineke xirab xwe xelas neke.”

‘Divê heya mafê xwe bidest nexin, dest ji têkoşînê bernedin’ 

TAJÊ ragihand heya encam neyê bidestxistin divê têkoşîn ne sekine û ev peyam hate dayîn: “Em bang li hemû jin û gelên Îranê dikin ku heta ku bigihîjin mafê xwe yên mirovî dest ji têkoşîna xwe ya mafdar bernedin. Ji ber ku gotina dawî her tim ya berxwedêran bûye. Ev qas berdêlên hatine dayîn wê azadiya jinê jî bi xwe re bîne.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button