Şengal ji nû de şîn û ava dibe 

Xelkê gundê Sîba Şêx Xidir ê Şengalê bi avakirina malên xwe, warê xwe ji nû de şîn û ava dikin. Her wiha didin diyakirin ku warê wan tenê bi vegera gel xweş dibe û jiyan lê divegere.

Ruxmê pilan,êrîş û Siyaseta derekî ya liser civaka Êzidî, lê gelê Şengalê li ser avakirina warên xwe berdewamin. Xelkê Sîba Şêx Xidir ê Şengalê ku vegeriyane ser malên xwe, careka din xaniyên xwe ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine xirakirin avadikin. Ev demeka malên vegeriyane bi keda xwe û alîkariya hin rêxistinên mirovî jiyanê li warê xwe vedigerînin.

Piştî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê li ser Şengalê, di nehede zêdetir ji 40 malbat vegeriyane Sibayê û hîna veger dewamdike.

Warê kesekî nabe ji kesekî re’

Welatiyê binavê Dawid Silêman ê ji Sîbayê ku ji 2020’ê de mala xwe biriya Sîbayê, nehe bi alîkariya Rêxistina Alîkariyên Mirovî ÎOM mala xweya ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibû xirakirin avadike. Silêman ji ber ku li ser malên xwe vegeriyaye kêfxweşiya xwe tîne ziman û dibêje; “Di despêka em vegeriyan ji aliyê Şaredariya Rêveberiya Xweser a Şengalê ve av û ceyran ji me re hat peydakirin. Em kêfxweşin ku li ser malên xwe vegeriyane, rewşa ewlekarî ya herêmê başe. Em dixwazin malbatên din jî vegerin ser malên xwe. Eger gel vegera ewê warê me ji nûve ava bibe. Heya dinê cihê kesekî nabe ji kesekî re. Şengal cihê me ye û pêwîste em lê xwedî derkevin.  Avabûna warên me wê bi vegera gel pêk were. Bila gel vegere ji bo alîkariya wan jî bêkirin. Rêxistinên Mirovî tu mala avanakin eger xwediyê malê ne liser warên xwebe.”

‘Li şûna koçberiyê vegerin ser malên xwe’

Samî Îsa jî da diyakirin ku berê pisgirêkên jiyanî hebûn. Lê nehe hatine çareserkirin. Samî got: “Gelê me ji şûna koçber bibe bila vegerin ser malên xwe. Pirojeya ava vexwarinê nehe hatiye çareserkirin û gelek ji pêwîstiyên gel hatine pêşwazîkirin. Hejmarek malbat vegeriyane û heya nehe vegera malbatan dewam dike.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button