Avahiya Meclîsa Gel a Sinûnê ji nû ve tê çêkirin 

Balafira dewleta Tirk a dagirker di 15’ê Hezîrana 2022’an de avahiya Meclîsa Gel a Sinûnê ya ser bi Şengalê bombebaran kiribûn. Avahî ji nû ve tê çêkirin û endamên meclîsê diyarkirin ku ewê ji ti êrişan natirsin û wê têkoşîna xwe bihêztir bikin.

Dewleta Tirk a dagirker di 15’ê Hezîranê de bi balafireke bê mirov a bi çek êrîşî avahiya Meclîsa Gel a navçeya Sinûnê ya Şengalê û dikanên derdorê kirîbû. Di encama êrîşê de zarokê bi navê Salih Naso  û welatiyê binavê Îbrahîm Derwêş şehîd bibû û di nav de rojnamevanek bi giştî 6 kes birîndar bibûn.

Meclis ji aliyê Şaredariya Rêveberiya Xweser ve careka din ji nû tê avakirin. Pêngava avakirina Meliclisa Gel a Sinûnê îro despêkir. Ji bo avakirina Meclisê xelkê Şengalê seredan kir û bi daxuyanyekê pêngava avakirinê hate despêkirin.

Di serîde Endamê Meclisa Gel a Sinûnê Sîdo Elî axivî û diyakir ku bi armanca belavkirina rêxistina me, êrîş  li ser meclisê pêkhatibû. Sîdo got; “Di encamê de  şehîd û birîndar çêbûn lê ev yek me natirsîne û nabe sedem ku em dest ji karê xwe berdin. Em spasiya gelê xwe dikin ku îro livir hazirin û piştgiriya me dikin. Em dibêjin bi êrîşa emê gav paşde navêjin û emê têkoşîna xwe berdewam bikin, hêza xweya rêxistinkirina gel mezintir bikin.”

Endama Tevgera Azadiya jinên Êzidî Şemê Remo jî axivî û got:“Bila dijminê ma bizane em ji tank, top û balefirên wan natrisin. Çidikin bila bikin emê dest ji kar û xebatên xwe bernedin. Heya dawî emê liser vê xetê bin.”

Piştî daxuyaniyê gel tevî endamên meclisê  û endamên Şaredariya gel a Sinûnê dest bi paqijiya meclisê kirin.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button