Jina Êzidî ya ji destê DAIŞ’ê rizgar bû qala 8 salên xwe yê dîlgirtî kir
Jina Êzidî Wefa Elî Ebas a ji gundê Koço yê Şengalê ku di fermana 2014’an a li ser Şengalê rabû ji aliyê DAIŞ’ê ve hat revandin di 9’emîn roja Operasyona Mirovî û Ewlehî de ji destên malbatên DAIŞ’î hat rizgarkirin, qala 8 salên xwe yên dîl girtî kir.
Hesekê – Dîrok 3’ê Tebaxa 2014… Çeteyên DAIŞ’ê yên bi gelek piştgirî û hevkariyan xwestin seranserê Kurdistanê dagir bikin û gelê Kurd ji qetlîam û fermanan derbas bikin berê xwe dan Şengalê. Ew roja bi karesat û rûreşiya mirovahiyê hat jiyîn, bi hezaran pêşmergeyên PDK’ê û leşkerên Iraqê yên kaşo ji bo parastinê li Şengalê bi cih bûbûn dev ji mewziyên xwe berdan. Li gelek gundên Şengalê civaka Êzidî bi berxwedaneke giranbuha xwedî li ax, bawerî û hebûna xwe derket û heya kêliya xwe ya dawiyê xwe parast. Li gelek gundan komkujiyên pir mezin pêk hatin, bi hezaran kes hatin qetilkirin, bi hezaran jinên Êzidî dîl hatin girtin. Yek ji wan gundan jî gundê Koço ye ku rastiya karesata mirov dikare mîna rûreşiya herî mezin a li ser eniya mirovahiyê pênase bike lê hat jiyîn, bi sedan kesên ji vî gundî hatin qetilkirin, revandin û çarenûsa gelek ji wan jî hê jî nediyar e.
Di encama Operasyona Mirovî û Ewlehî ya ku di 25’ê Tebaxê de ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundir ve bi alîkariya YPJ û QSD’ê li ser kampa Holê ya bi hezaran malbatên DAIŞ’î lê dimînin hat destpêkirin de jina Êzidî Wefa Elî Ebas a di 9 saliya xwe de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû revandin, piştî 8 salên dîl girtî yên bi êş û îşkenceyan derbas bû ji aliyê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ve hat rizgarkirin. Wefa Elî Ebas 8 salên xwe yên dîlgirtî û tiştên ku di nav van 8 salan de jiyaye ji ajansa me re vegot.
“Min ne dê ne bav û ne jî birayê xwe dît”
Wefa Elî Ebas a di çavên wê de hê jî êşa roja fermanê tê xwendin wiha qala roja tijî bi êş û karesat kir: “Çeteyên DAIŞ’ê ji rûspiyê êla gundê Koço re gotin ku tenê 3 rojên we hene da ku hûn xwe radestî me bikin, an na em ê bi zorê we bibin. Rûspiyê êlê ev yek qebûl nekir û yên ku dikaribûn xwe xilas bikin ber bi Dihok, Silêmaniyê û Başûrê Kurdistanê ve ketin rê. Wesayîda bavê min tunebû, dema ku em li wesayîda hevalê wî siwar bûn û gihîştin nîvê kolanê çeteyên DAIŞ’ê riya me qut kirin û gotin vegerin malên xwe, em vegeriyan. Paşê gundê me dorpêç kirin. Çeteyan her tiştê me birin… Paşê bav, kesên temenê wan mezin, dayik, jinên ciwan, xort û zarok li du dibistanên ku li gund hebûn ji hev cuda kirin. Paşê hemû kesên ku li gund hatin girtin ber bi Mûsilê ve birin. Min wê demê ne dayik, bav û ne jî birayê xwe dît. Paşê basên mezin anîn û em hemû zarokên keç birin parkekê û ji wir me derbasî Reqayê kirin.”
Hewl dan birevin
Wefa Elî Ebas a ku piştî derbasî Reqayê dibe dixwaze xwe ji destên çeteyan xilas bike, wiha dirêjî da gotinên xwe: “Nayê bîra min wê demê em derbasî mezrayek an dibistanek kirin, ji ber ez biçûk bûm. Em hemû zararokên keç bûn, dayikên me ne li cem me bûn. Ez û xwişka xwe û gelek zarokên Êzidî li wir bûn. Em reviyan û me mesafeyek pir dirêj bi meşê derbas kir. Em ketin nava gelek malan, li ser rê me destên xwe ji gelek kesan re rakir lê kesek nesekinî ku me xilas bike. Li ser rê em û çete hatin hember hev… Wan me girtin û vegerandin heman girtîgehê. Piştî wê dest bi lêdanê kirin û dest bi lêpirsînê kirin ku kê gotiye derkevin, kê derî vekiriye û me çawa rê nas kiriye.”
Hinek ji wan zarokan qet venegeriyan…
Wefa Elî Ebas a ku hewl dide bireve û tê girtin dibêje her saetek û xulekek çeteyan em difirotin û wiha qal kir: “Her xulekek û saetek dihat û zarokeke keç ji xwe re dibirin. Berpirsê girtîgehê em difiortin çeteyên xwe. Piştî ku destdirêjiyê li wan zarokan dikirin, careke din wan vedigerandin girtîgehê. Hinek jî venedigerandin lê belê destdirêjiyê li wan dikirin û paşê difortin çeteyên din. Wê demê ez û xwşika xwe bi hev re bûn. Çeteyek hat li xwişka min a kerr û lal da û heqaret lê kir da ku wê bibe û destdirêjiyê lê bike. Piştî ku min bi destê xwişka xwe girt û min jê re got ‘me bi hev re bibin, xwişka min nabihîse û divê ku ez li cem wê bim’ ji ber ku em pir biçûk bûn ez 9 salî bûm û xwişka min jî 13 salî bû. Paşê bi destê xwişka min girt, porê wê kişand û wê bi erdê ve kaş kirin heya ku li ser derenceyê ket û ew birin. Min qîr kir, wê qîr kir û giriya paşê xwişka min winda bû.”
6 caran tê firotin, rastî destdirêjiyê tê…
Wefa ya bi emrê xwe yê 9 salî van bûyerên dermirovî dijî vegotina serpêhatiya xwe ya 8 salan a dîlgirtî wiha didomîne: “Piştî xwişka min, bi du rojan min firotin zilamekî Siûdî yê bi navê Ebû Sîrac. Wê demê êdî kirîn û firotina min dest pê kir. Piştî wê rastî destdirêjiyê hatim û piştre min firotin çeteyekî bi navê Ebû Sûfyan. Bi giştî ez 6 caran hatime firotin û tecawizkirin. Di navbera her firotinê û ya din de mehek û meh û nîvek hebû. Yê herî dawî ji min re got ku tu ‘Hur î’ û ji hevalên xwe re got ger ez werim qetilkirin hûn ê vê emanetê bigihîjînin cem meta wê. Kesek nêzî min nebû û ez êdî nehatim kirîn û firotin.”
Wateya ‘hûrbûnê’ bûyîna Misilman e!
Wefa Ebas wiha pênaseya gotina wan a hûrbûnê kir: “Ez Êzîdî me lê bi darê zorê min kirin Misilman. Jineke Êzidî bûbû misilman hat got ku bibe misilman û xwe ji vê îşkenceyê xilas bike da ku paşê tu xwarinê bixwî û malbata xwe jî bibînî. Lê min got ku ez nabim misilman. Ji ber yek ne misilman be xwarin û ne jî vexwarinê nadin wê. Îşkenceyê lê dikin û rastî heqaretê tê. Piştî 3 salan min neçarî misilmaniyê kirin.”
12 saliya xwe de ducanî dibe
Wefa Elî Ebas a di 12 saliya xwe de ducanî dibe wiha dibêje: “Di 12 saliya xwe de dema ku Ebû Hesen destdîrêjîyê li min kir, ez ducanî bûm. Ez bi darê zorê hatim tecawizkirin û ducanî bûm. Paşê ji min re got ‘Derkeve cihekî bilind, an jî tiştekî giran rabike da ku ew zarok ji ber te biçe’, bi rastî jî ew zarok di zikê min de hat qetilkirin. Jixwe piştre ew mêrê ku min pê re dabûn zewicandin hat kuştin.”
Ji Reqayê ber bi Dêrezor û Kampa Holê ve
Wefa Elî Ebas da xuyakirin ku wê û meta xwe li Dêrazorê piştî çend salan hev dîtine û wiha domand: “Piştî li Reqayê şer derket, bombebaranê dest pê kir em ber bi herêmeke navê wê Meraşida ya Dêrazorê ve çûn. Paşê ez û meta xwe bi hev re bûn, wê demê min bi zilamekî din ê bi navê Ebû Ehmed re dan zewicandin. Berê du hevjînê wî hebûn ez jî ya sêyem bûm. Paşê em derbasî Baxozê bûn. Piştî wê em ji wir derketin û hatin Kampa Holê.”
“Min xeyal nedikir bêm rizgarkirin û ji vê dojehê xilas bibim”
Wefa Ebas bi lêv kir ku ruxmê xwestiye ji kampê bireve jî nikaribûye û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Min xwest ez ji kampê derkevim û malbata xwe bibînim lê ji aliyekî din ve jî min digot ku wê kî xwedî li min derkeve? Paşê ez derneketim. Di van 9 salan de min gelek êş, azar û heqaret dît û jiya, her tişt di van salan de bi darê zorê bû. Tenê ji ber ku ez Êzidî bûm, her tişt li min kirin; ji min re digotin ku hun kafir in, baweriya we bi xwedê nayê, rojî nagrin û nimêj nakin. Ez pir tirsiyabûm, min navbera xwe de dipirsî gelo ez derkevim ez ê berê xwe bidim kê? Min xeyal nedikir ku ez bêm rizgarkirin û ez ji vê dojehê xilas bibim.”
“Bila Êzîdiyên mayî xwe xilas bikin”
Wefa Ebas a bi qasî emrê ku dîl hatiye girtin di nav 8 salên jiyana xwe de rastî êşên mezin hatiye bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî: “Di zûtirîn demê de ez dixwazim vegerim cem malbata xwe, dest bi jiyana nû bikim. Ez agahiyê ji malbata xwe jî nagirim. Ez spasiya YPJ’ê dikim ku min ji çeteyên DAIŞ’ê yên li kampa Holê rizgar kirin. Ez bang li Êzidiyên di nava destên DAIŞ’ê de dikim ku di zûtirîn demê de xwe xilas bikin.”
SORGUL ŞÊXO-Heseke-Nujinha