Bang li PDK`ê kirin ku xwe dûrî dewleta Tirk bixe

Malbatên şehîdan bang li PDK`ê kir ku li dijî Rojava û Şengalê bi dewleta Tirk re peymanan mohr neke û gotin: "Me zarokên xwe ji bo yekitiya gelê Kurd feda kirin"

Di demekê de ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û gefan li herêmên Dêrikê û Şengalê dixwe, Partiya Demokrat Kurdistan (PDK) bi dewleta Tirk re peymanan mohr dike.

Der barê vê yekê de, malbatên şehîdan bang li PDK`ê kir ku  li yekitiya kurdî veger û gotin, yên herî zêde zirara vê siyasetê dikişîne Başûrê Kurdistanê ye.

Feysel Hesen bavê şehîd Egîd ê ku di 2018`an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd ketiye got, malbatên şehîdan ji bo yekitiya kurdî û mafên gelê Kurd zarokan xwe feda kirin û xwesteka wan a tekane ji rêveberên siyasî û leşkerî yên Kurd re ew e ku yekitiya xwe çêkin û bi lîstokên dewleta Tirk neyên xapandin.

Bavê şehîd Egîd her wiha diyar kir ku planên dewleta Tirk ên dagirkirina herêmên Dêrik û Şengalê ew e ku Başûrê Kurdistanê beriya Rojava bike armanc. Hesen bi domdarî got: “Dewleta Tirk hewl dide aboriya Başûrê Kurdistanê hilweşîne û gelê Kurd li ku be bike armanc. Dema herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin, me dît ku berî her kesî gelê Kurd kir armanc.”

Bavê şehîd Egîd, Feysel Hesen bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir li yekitiya kurdî vegere û bi dijminê gelê Kurd re peymanan mohr neke.

Birayê şehîd Emîr Sefo yê ku li Dêrazorê di encama şerê têkbirina terorê de gihaşt asta şehadetê, Şêrwan Sefo diyar kir ku planên dewleta Tirk ên li dijî kurdan û gefên wê yên li dijî Rojava tiştekî nû ye.

Sefo destnîşan kir ku planên dewleta Tirk ên dawî yên dagirkirina Dêrik û Şengalê bi armanca parçekirina kurdan û tunekirina gelê Kurd û wiha gotina xwe dewam kir: “Divê hikumeta Başûr zanibe ku ger dewleta Tirk planên xwe pêk bîne dê dora bê ya wê be.”

Şêrwan Sefo her wiha bang li PDK`ê kir ku bi dewleta Tirk peymanan îmze neke û xeteriya planên wê baş nas bike.

Sefo di dawiyê de da zanîn ku malbatên şehîdan zarokan xwe feda kirine û ji bo yekitiyê û doza gelê Kurd amade ye ku hîn zêdetir berdêlan bide.

Kanan Mihemed birayê şehîd Hacî Zinar ku li herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd ket, got, dewleta Tirk hewl dide vîna êzidiyên Şengalê bişkîne û yekitiya kurdan a ku Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî banga pêkanîna wê kiriye,  têk bibe. Mihemed diyar kir ku malbatên şehîdan banga yekitiya kurdî dike .

Kanan Mihemed diyar kir ku planên dewleta Tirk destkeftiyên kurdên Rojava û Başûr dike armanc û bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku xwe dûrî dewleta Tirk bixe û li yekitiya kurdî vegere, ji ber ku xwîna gelê Kurd yekitiyê çêdike û yekiti jî hêzê çêdike.

ÇAVKANÎ; RÊNAS REMO/QAMIŞLO/ANHA

Show More
Back to top button