YBŞ: Di êrişa hewayî de 2 şervanên me birîndar bûn

Fermandariya YBŞ’ê ragihand ku ev hefteyek bû tevgera hewayî ya dewleta Tirk li ser qada wan zêde bûbû û diyar ku di êrişa hewayî ya duh de 2 şervanên wan ên li ser erka xwe bûn birîndar bûne.

Balafireke bê mirov a dewleta Tirk a dagirker duh li gundê Behreva yê Şengalê wesayîtek hedef girt. Fermandariya YBŞ’ê têkildarî êrişê daxuyanî da.

Daxuyaniya YBŞ’ê wiha ye: ”

Dewleta Tirk ya dagirker û qirker ev hefteyek bû li ser qada me tevgera balafirên xwe yên bi çek û bê mirov zêdekiribû. Di encama vê tevgera wan a hewayî de roja 29`ê Tebaxê wesayîtek a hêzên me ya foca 80’emîn armanc kir û li hemberî vê wesayîta me êrîşek pêk anî. Di encama vê êrîşa hewayî de 2 hevalên me yên ku li ser erkên xwe bûn birîndar bûn.

Dewleta Tirk ya dagirker û qirker bi salane dixwaze tevahiya gelên herêmê û gelên Rojhilata Navîn di qirkirinekê re derbas bike û xwe li ser giştî herêmê serwer bike. Li ser vî esasî li hemberî gelan êrîşên dijî exlaq û mirovahiyê pêk tîne. Ji zarokên hêj nû hatinê dinê heyanî mirovên 70 salî tevahiya dike armanc û êrîş dike. Komkujî û fermanan pêk tîne. Kuştin û talanê dike. Van êrîşên xwe jî li ber çavên hemû cîhanê pêk tîne. Lê mixabin li hemberî van êrîşên dewleta Tirk a dagirker hemû kes ker û lal maye. Ev jî piştgiriya wan dewletan a ji bo dewleta qirker şênber dike. Hebûna xwe li ser qetilkirina gelan dibîne dixwaze ser vê yekê temenê xwe berdewam bike. Di vir de jî dewleta Tirk a dagirker û qirker jî baş dizane êdî dawiya wan hatiye lewma bi vî rengî êrîşê gelan dike.

Bi taybetî li hemberî cîvaka me ya Êzidî û gelên herêmê bê navber di pozîsyonekê êrîşkarde ye û bi şêwazên cûda êrîşê me dike. Ev êrîşên wan ne tenê roja me ya îro de pêk tên. Bi taybetî piştî ku li Şengalê DAIŞ hat binxistin şûn de bi rengek şênber dixwaze tola DAIŞ`ê ji gelê me bigire. Bi vê helwesta xwe ve ji roja fermanê heyanî roja îro bi rêbazên tirsonek, bê exlaqî û dijî mirovahiyê gelê me û pêşengên me yên ku li hemberî DAIŞ`ê serkeftin bi dest xistine dike armanc û şehîd dike. Bi taybetî di meha tebaxê de van êrîşên xwe li hemberê civaka me ya Êzidî pêk tîne, bi van êrîşan jî dixwaze tirsandin, bê îrade hiştin, civaka me vegerîne rewşa koletiyê û bê nasnametî hiştinê pêş bêxe. Ji êrîşên xwe ên li hemberî Mam Zekî heyanî Seîd Hesen, Nexweşxaneya Sikîniyê û ya Behrewa armanca wan ev e.

Bi taybetî ev çend salên dawiyê ji Bakûrê Kurdistanê bigire heyanî Rojhilat, Başûr, Iraq, Rojava, Mexmur û Şengalê bê navber û bi hovane êrîş dike. Van êrîşên xwe jî ji bona xwe weke serkeftineke didin diyarkirin. Sond û ehdan dixwin ku wê van êrîşên xwe berdewam bikin. Kîjan rojên wan ê qaşo serkeftinê ne di salvegera wan de êrîşên bêbext pêktînin. Ji vê yekê jî tê xuya kirin, komara Tirk hemu serkeftinên xwe li ser xwîna gelan ava dike.

Ji ber ku plana qirêj daye pêşiya xwe bi awayek heya jê tê hemû deskeftiyên tevgera azadiyê dide ber xwe. Ji bona wê jî divê di serî de civaka me û tevahiya gelên herêmê bi çalak bin helwestên xwe bi hêrseke mezin raber bikin. Divê gelê me ji bo dagirkerî û qirkeriyê re bêje bese. Divê êdî rê ji bo dagirkeriyê neyê dayîn ku xwe li ser xwîna ewladên vî gelî dilşad bike. Divê edî rê ji bo xîyanet û xwefiroşan re neyê dayîn û hesabê mezin jê were xwastin.

Em parêzvanên gelê xwe ji bo parastina nirx û pîroziyên civaka xwe berdêl çi dibe bila bibe ji bo dayînê em amade ne. Me ev di roja fermanê de jî raber kir û emê ji îro şûn de jî raber bikîn. ji ber ku ferman û komkujî ji Bakurê Kurdistanê heyanî Rojava, Zaxo, Mexmûr, Kerkûk û Şengalê ji hev ne qût in. Êrîş ser tevahiya gelan e. Ser tevahiya axa Iraq’ê ye. Ji bo wê jî divê di serî de gelên herêmê bi tifaqiyeke mezin ve li hemberî vî dijminê xwîn xwar rabin û rê neyê dayîn ku kesek vê axa pîroz dagir bike.

Em di serî de ji bo her du hevreyên xwe yên birîndar û ji malbatên wan re şîfa dixwazin. Em soza xwe ya parastin û tolgirtinê di şexsê tevahiya şehîdên xwe de û şehîdên komkujiyan de bi mezintirîn dûbare dikin. Emê heyanî kêliya dawî ya jiyana xwe li hemberî her cûre êrîşên dagirkeriyê berxwe bidin û emê têkoşîna xwe mezintir bikin. Di oxira wê de çî dibe bila bibe ji bo têkoşin dayînê em ji doh amadetir û bihêztirin.”

ROJNEWS-ŞENGAL NAVENDA NUÇEYAN

Show More
Back to top button