TAJÊ bi meşekê şehîdên meha Tebaxê bibîr anî

Li Şengalê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi meşekê şehîdên meha Tebaxê û hemû şehîdên ku di encama êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne bibîr anî. TAJÊ diyar kir ku ewê cihê xayîna di nava xwe de nehêlin û tola şehîdan hilîne.

Bi pêşengiya Tevgera Azadiya jinên Êzidî (TAJÊ) li Geliyê Şilo ya Şengalê ku di 15’ê Tebaxa 2018’an de Endamê Kordînesyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalê, lê şehîd ketibû meşek hate lidarxstin. Di meşa ku bi sedan jinên Êzidî û Ereb tevlî bûn de şehîdên meha Tebaxa û tevahiya şehîdên ku di encama êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne hatin bîranîn. Meşê ji Benda Kontrolê ya YBŞ’ê ya li Geliyê Şilo destpê kir. Di meşê de bê navber bi dirêşmeyên, “ Bimre xiyanet”, “Bijî berxwedan” û “Şehîd namirin” hatin gotin. Her wiha wêneyên şehîdan hatin hildan. Meşê heta baxçeyê Mam Zekî dewam kir.

Dema meş gehişte Baxçeyê Mam Zekî li vir daxuyanî hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Endama Kordinesyona TAJÊ Neam Bedel ve hate dan. Di destpêka daxuyanyê de Neam diyar kir ku erka li ser her kesekî Êzidiye şehîdên ji bo vî gelî têkoşîn kirina ji bîrnekin û got: “Di destpêka fermanê de her kesekî ji bo civaka me pêşengtî kiribe ji aliyê dijmin ve hatine hedef girtin. Em soz didin ku emê heta dawî li ser şopa wan şehîdan bin û dest ji vê têkoşînê bernedin. Pêşengên me Mam Zekî, Saet Hesen, Zerdeşt Şengalê, Heval Dijwar û tevahiya şehîdên me bi xiyanetê hatine hedefgrtin, emê cihê xiyanatkaran di nava xwe de nehêlin. Emê axa xwe ji xiyanetkar û dijmin re vala nekin. Emê terka xala xwe nekin.”

Neam Bedel bang li civaka Êzidî kir ku terka axa bi xwîna şehîdan hatî parastin nekin û wiha domand: “Niha ciwanên me dest bi koçberiya derve kirine, het xwe bigihînin welatek derve, rojana zarokên vî gelî di avê de dixeniqin. Bila gelê me zanibe terka welat dayn, ji bo me neçareseriye. Her kesekî ji welatê xwe derkeve ewê biçe ji xelkê re xulamtî bike. Ji şûna gelê me biçe koçber bibe bila li ser axa xwe li ber xwe bidin û li axa xwe û keda şehîdan xwedî derkevin.”

Di daxuyaniyê de Nema Bedel bêdengiya hikûmeta Iraqê ya li hember Êzdiyan jî rexne kir û got: “Di salvegera fermanê de ji şûna birînên vî gelî derman bike, malbatên DAIŞ’ê derbasî nav axa Iraqê dikin. Ev ji bo me wek civaka Êzidî gavekî bi êşe. Bêdengiya hikûmeta Iraqê gumana ji me re çêdike. Wisa xuya dibe ku Iraq şirîkatiya van êrişan dike ku têde pêşengên me têne hedefgrtin.”

Daxuyanî bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” bi dawî bû.

Show More
Back to top button