Çalakiya ji bo destekdayîna Asayişa Êzidxanê didome

Çalakiya xelkê me ya bi armanca destekdayîna Asayişa Êzidxanê, di roja xwe ya 62’an de berdewam dike

Welatiyên me di çerçoveya li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê de, bi armanca pişgirîdayîna Asayişa Êzidxanê, li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê kon vedane.

Çalakiya ku bi dirûşma “Em hemû asayiş in” hatiye destpêkirin di roja xwe ya 62’yan de ji aliyê meclis û saziyên Şengalê ve dewam dike.

Xelkê me jî kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û pişgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman. Xelkê me dibêjin ku heya daxwazên wan bicih neyên ewê dev ji berxwedana xwe bernedin.

Xelkê me diyardike ku divê tevahî Êzidî li berxwedana Şengalê xwedî derkevin.

Show More
Back to top button