Di meşa li Şengalê de daxwaza Xweseriyê derket pêş 

Şengalî bi meşeke girseyî fermana 74’an şermezar kirin û bi dirûşmayên xwe daxwaza hesabpirsînê ji berpirsên fermanê kirin. Herwiha di meşê de daxwaza xweseriyê kirin.

Piştî ku çalakiyên danê sibehê ya rawestandina jiyanê û av belavkirinê, di saet 17.00’an de jî meşekê girseyî li dijî fermana 3’yê Tebaxê hate lidarxistin. Meş di saet 17.00’an de ji çarxare ya Yermukê destpê kir û heta pêşiya avahiya Meclîsa Şengalê berdewam kir. Bi sedan civaka Êzidî bi diruşmaya ‘Avakirina Rêveberiya Xweser ya Şengalê hesab xwestina fermana ye’ li navenda Şengalê meşiyan.

Di meşê de hêrsa tolhildana fermanê û daxwaza Xweseriya Şengalê li pêşbû. Meşa ku di pêşengtiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê de hatiye amadekirin bi sedan xelkê Şengalê beşdarbûn. Her wekî din TAJÊ, Yekîtiya Jinên Ciwanên a Şengalê, Yekîtiye Ciwanên Êzidî, Saziya Malbata Şehîdan, PADÊ, Tevgera Çand û Hûner, Serokeşîr û Meclisên Gel jî amadebûn.

Di meşê de wêneyên şehîdên fermanê û çend keliyên wêneyên fermanê hate rakirin. Gel bi slogana “Bimre xiyanet”, “Bijî Berxwedana Şengalê”, “Şehîd Namirin”, “Kî revî, PDK”, “Bese ji Fermanan re” hatin qada merasimê.

Piştî meşa girseyî di pêşiya avahiya Meclîsê bernameya merasîma bîranînê destpêkir. Merasîm bi daqeyek rêz girtinê ji bo şehîdên fermanê destpê kir.

Pekhateyên siyasî û leşkerî a Şengalê, Yekînêyen Berxwedana Şengalê, Yekîneyên Jinên Şengalê û Asayîşa Êzîdxanê, Desteya Oldar û Serokeşîrên Êzidî, TAJÊ nûnerên arteşa Iraqê tevlî merasîmê bûn.

Li gor bernameya merasîmê li ser navê Rêveberiya Xweser Heso Îbrahîm, ser navê desteya Eşayîrî Nayif Şemo, ser navê oldaran Bedel Îdo, ser navê Tevgera Azadiya Jinên Şengalê Dayê Kinê û Dayê Naze, ser navê Rêveberiya YBŞ Qehtan Elî ewê biaxive.

Merasîm bi peyam û axaftinên beşdarvanan berdewam dike.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button