Ji YBŞ’ê daxuyaniya 3’yê Tebaxê: Em fedaiyên gel û vê axê ne

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê: “Em îro jî ji her rojê amadetir in ku li gel tevahiya gelên herêmê ên azadîxwaz serweriya axa Iraqê ji dagirkeriyê biparêzin. Di oxira wê de ji bona parastina van nirx û axa pîroz çi berdêl pêwîst bike emê xwe nedin paş. Ji ber ku hestên me ê tolhildana fermanan her roj mezintir dibe û ji bona me dibe soza ji dijmin hesap pirsînê. Em hêza parastina gelê xwe ne, em hêzeke ji xayîn, xwefiroş û namerdan hesap pirsînê ne.”

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê YBŞ’ê bi rasthatina 3’yê Tebaxê roja komkujiya dijî Êzidiyan daxuyaniyek parvekir. YBŞ’ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku ewê hesabê hemû fermanan bipirsin.  

Daxuyanî wiha ye:

“Em 8’emîn salvegera fermanê a ku bi xayîntî li ser gelê me û axa me de anîne bi heman êş û hêrsa tolhildanê ve pêşwazî dikîn. Di serî de em şehîdên fermanê bi hemû hezkirin, hûrmet û mînetarîyê xwe ve bibîrtînîn, bejna xwe li beramberî bîranînên wan ditewînin. Ji her parçeyê welat û derveyî welat ê ku di oxira rizgarkirina vê axa pîroz de canê xwe feda kirine û bûne xeleka azadiya gelê me li ser şopa wan têkoşînkirinê soza xwe ya pêkanîna xeyal û armancên wan ya di welatek azad de azad jiyankirinê dûbare dikîn.

Em tevahî cangoriyan bibîrtînin

Di wan rojên herî zor û zehmet de me bî vîna xwe, keda xwe û xwîna xwe dest bi têkoşîna azadiyê kir û me xwe rêxistin kir. Dîsa ê ku di wan rojên herî zor û zehmet de xwe gihandine me fedaî û dolsozên vî gelî mîlîtanên Rêber Apo bûn. Em deyndarê wan fedaîyan in. Eger em heyanî niha li ser vê axa pîroz jiyandikin û têkoşîna azadiyê didin meşandin bê gûman ev bi saya keda wan qehremanan e. Di vê watê de em tevahiya şehîdên HPG-YJA STAR, YPG û YPJ`ê bi hemû hestên xwe ê girêdaniya wan ve bibîrtînîn, bejna xwe li beramberî ked, têkoşîn û bîranîn wan de ditewînin. Her yek ji wan bûn stêrkek, bûne sembolek û bûne navnîşana vî gelî û bûne rêya serkeftina me. Ji bona wê jî em ji dil û can spasiya tevahî şervan û fermandarên HPG-YJA STAR, YPG û YPJ`ê dikin. Keda ku wan li ber me de daye ew keda wan ji bona me wê bibe hêza serkeftin û serfiraziyê.

Dixwazin carek din êşê bi eglê me bidin jiyankirin

Tê zanîn 3`yê Tebaxa 2014`an bi hişmendiya qirkirina gelê me; tûnekirina tevahiya pîrozî, ol, bawerî û hebûna me ve êrîşeke bêbext biser me de anîn. Jin, keç, zarok, kal û ciwanên me bi rêbazên dijî mirovahiyê qetilkirin. Dîsa  gelê me ê ku dîl ketine destê çeteyên DAIŞ`ê de bi hezaran keçên me li bazaran firotin, bi hezaran dayîkên me, zarokên me û însanên me û keçên me hêjî aqûbeta wan nediyare. Di roja me ya îro de jî ê ku li ser van êş û birînên me sîyaseta qirêj didin meşandin, bi leyîstokên qirêj dîsa dixwazin desthilatdariya xwe ser gelê me ferz bikin, her roj êrîşê gelê, nirxên me û destkeftiyên me dikin bê wijdanî ye, bê kerametiye û bê exlaqiye. Hişmendiya îxanetî û bê exlaqiyê a ku di şexsê PDK`ê de di roja 3`ê Tebaxa 2014`an de pêşketî îro heman hişmendî di kesayeta heman kesan de li tevahiya welat jiyan dike. Bi hevpeymanan li pey ferman û komkujiyê nû ve dixwazin carekedinê êşên mezin bi gelê me re bidin jiyîn û gelê me tûnebikin.

2014’an Şengal bû, îro Zaxo, Kerkûk û Musile

Dibe ku ev hevpeyman li hemberî me şênber tê meşandin, lê belê divê bê zanîn ku ev plan û projeyên qêrêj li ser esasê dagirkirina tevahiya welat û axa Iraqê ye. Ji ber ku dewleta Tirk ya dagirker, qirker û faşît li pey xeyal û armancên xwe ê pêkanîna sînorên Mîsak-î Mîliye. Armanc ne tenê axa Êzîdxanê ye; armanc tevahiya herêmê ye. Eger armanc ne bi vî rengî bûya ji Qadên Parastina Medya heyanî Musul, Kerkûk, Zaxo, Suriye, Rojava û heyanî Lûbnanê nedikir armanc û êrîş nedikir. Divê di serî de gelên herêmê baldar bin û bi tifaqiyeke mezin li beramberî van êrîşan xwedî helwest bin. Ji ber ku sala 2014`an Şengal bû, îro jî Mûsûl, Kerkûk û Zaxo ye. Îro armanc tevahiya gelê Kurd, Ereb, Êzidî, Sûryanî, Asurî û tevahiya gelên herêmê ne. Eger tifaqiyek a gelan pêşnekeve wê her roj komkujiyên mîna Zaxo werin jiyîn. Ev komkujî bi plan û bi zanebûn li hemberî gelên herêmê hatiye pêkanîn. Da kû gelên herêmê ser axa wan bidin koçberkirin û armancên xwe ê dagirkirinê pêkbînê ye.

Em rê nadin dagirkeriyê

Me li hemberî vê dagirkerî û qirkeriyê ji roja destpêkê heyanî îro gelek berdêlên weke Mam Zekî, Berxwedan, Dijwar, Nujiyan, Zerdeşt, Agir, Dilgeş, Berîvan, Faraşîn û Şervanan daye. Em îro jî ji her rojê amadetir in ku li gel tevahiya gelên herêmê ên azadîxwaz serweriya axa Iraqê ji dagirkeriyê biparêzin. Di oxira wê de ji bona parastina van nirx û axa pîroz çî berdêl pêwîst bike ji bo dayînê emê xwe nedin paş. Çawa ku dûh fedaîyên vî gelî bedenên xwe kirin mertal û rê nedan dagirkeriyê, îro jî bi heman fedaîtiyê ve binkeftinên mezin bi dijmin didin jiyîn û rê nadin dagirkeriyê. Gelê mê li gel hêza xwe ya parastinê wê tevahiya leyîstok, plan û projeyên qirêj berteraf bike û wê xeyalên dijmin di dilê wan de bihêle.

Divê hemû Êzidî berê xwe bidin axa xwe

Li ser vî esasî li hemberî her êrîşek a dagirkeriyê em ê xwe hê zêdetir birêxistin bikin. Ger ku li hember êrîşên dijmin fikrandineke ku em ê gav paşde biavêjin çêbibe ev fikrandineke xwe xapandinê ye. Bila tû kes xeyal û fikrandineke bi vî rengî ji bo xwe xeyal neke. Ji ber ku hestên me ê tolhildana fermana her roj mezintir dibe û ji bona me dibe soza ji dijmin hesap pirsînê. Her kî dibe bila bibe, dest dirêjiye li ser nirxên ku bi xwîna hezaran şehîda hatiye afirandin bike divê gelek hesabên cûda jî bike. Ji ber ku em hêza parastina gelê xwe ne, em hêzeke ji xayîn, xwefiroş û namerdan hesap pirsînê ne. Em fedaiyên vî gelî, vê axê, ol, bawerî, çand û dîroka xwe ne. Ji bona wê jî em ji bo gelê xwe ê derveyî Êzîdxanê dibêjin divê êdî berê xwe bidin axa pîroz werin ser cîh û warê xwe. Em îro xwedî wê hêzêne ku gelê xwe ji her cûre îxanet û êrîşên qirêj biparêzin. Divê tevahiya gelan rastiya Barzanî PDK`ê ya li kêleka dijmin her roj leyîstokên qirêj li ser tevahiya gelan dimeşîne û li gorî berjewendiyên xwe bikartîne bibîne. Her roj êrîşên bêbext û qirêj têne kirin. Sedema vê jî berdewamiya feraseta îxanetê ya Barzanî û PDK`ê ye.

Di vê wateyê de em careke din şehîdên xwe yên roja destpêkê heyanî roja îro bi hemû hezkirin, hûrmet û girêdaniyên xwe ve bibîrtînîn. Soza li ser rihê şehîdên xwe me daye em ê dimildest bi cîh bînin. Emê heyanî dawiyê bibin şopdarê wan, emê bibin afrînerên pêkanîna xeyal û armancên wan. Li ser vî esasî soza me daye wan em wê soza xwe bi mezintirîn dûbaredikin, rêya wan wê bibe rêya zafer û serkeftina me û gelê me.”

ROJNEWS-NAVENDA NUÇEYAN

Show More
Back to top button