Banga ‘Xwedîderketina Şengalê û hesabpirsîna ji sûcdaran’

Komîteya Têkilî û Tifaqên Demokratîk a KJK’ê bi wesîleya 8’emîn salvegera Qirkirina Êzidiyan daxuyaniyek da û got, “Em bi hev re li Şengalê xwedî derkevin û ji sûcdaran hesab bipirsin.”

Komîteya Têkilî û Tifaqên Demokratîk a KJK’ê ku bi wesîleya 8’emîn salvegera êrîşên qirkirinê yên çeteyên DAÎŞ’ê yên 3’ê Tebaxa 2014’an li ser Şengalê pêk anîn daxuyaniyeke nivîskî da û ragihand, “Werin em di sala 9’an a qirkirinê de bi hev re xwedî li Şengalê derkevin û ji sûcdaran hesab bipirsin.”

Daxuyaniya komîteyê wiha ye:

“Em îro 9. Salvegera 73. Qirkirina Êzidiyan, ango fermana ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de pêk hat û bîranîna wê ku di hişê me de weke ku duh qewimî be, bi qasê ku bi êş be em bi gefên Fermana 74’an û îrade û hêviya Êzidiyan a berxwedanê pêşwazî dikin. Em îro meşa azadiyê ya bi pêşengiya jinên Êzidî silav dikin, şehîdên xwe yên ku rê li ber berxwedana me vekirin û me di têkoşînê de teşwîq kirin, bi minetdarî bi bîr tînin.

Kurdên Êzidî civakek ji gel û baweriyên olî ne ku tevî ku di dîroka xwe de 73 caran rastî qirkirinê hatine, kariye bawerî û nasnameya xwe ya olî, çand û hebûna xwe biparêze û bijî. Di dîrokê de mînakeke din a vê yekê nîne. Hemû zalim, împarator, padîşah û sultanên ku ev yek ceribandin bi ser neketin. Ji ber ku Êzidî kok û bingeha me Kurdan e, yek ji gelên herî qedîm ê vê xakê ye ku mirovahî di dîrokê de cara yekem li wir ketiye nava jiyaneke niştecihbûyî.

Ji ber ku ew civakeke ku dîroka wê diçe beriya dîroka bi mêtingerî û bi dewlet ya mirovahî jê re dibêje şaristanî, li gel van hemû qirkirinan jî li ser piyan maye û hêz nîşan daye ku hebûna xwe û nirxên xwe zindî bihêle. Ji holê rakirina civakekê ku koka wê ewqas kûr e, çand, bawerî û nirxên hebûnî yên wê nikare ewqasê hêsan bûya. Tu zalim, şah, sultan û dîktator nekariye rastiyeke wiha kûr a dîrokî û civakî ji ser rûyê erdê rake.

Her kesê ku bi dîroka mirovahiyê re eleqedar bibe, dizane ku Kurd civakek e ku li hemberî her êrîşa hêzên şaristaniyê bi xwe spartina çiyayan li ber xwe daye û li ser hesabê dûrketina ji şaristaniyê jiyana li çiyayan ji nû ve ava kiriye. Ev Kurd ew Kurd in. Yanî Kurdên Êzidî ne.

Şaristaniya modernîteya kapîtalîst a sedsala 21. ji êrîşên hovane yên qelandina koka ku bav û kalên wê yên herî kevnar û bi hêz jî nekarîn ser bixin, tiştek fêr nebûye ku wan wisa fikirîn ku ew dikarin vê yekê bi destê komeke tundrew a mîna DAÎŞ’ê ya avakirinî bi ser bixin.

Hareketa qirkirina Şengalê ya meha Tebaxê, ew hovîtî li ber çavê hemû cîhanê bi awayeke zindî û bêyî ku yek tiliya xwe bilivîne, weke Fermana 73’yemîn derbasî dîrokê bû.

Di serî de dewleta Tirk a dijminê Kurd ku DAÎŞ’ê xwe sipartiye wî û aqil û hêzê jê digire, navendên desthilatiyê yên paşverû yên dewletên Ereb ên wek Îran û Iraqê, bi awayekî rasterast û nerasterast piştgirî dan pêkhatina vê qirkirinê. PDK ya hevkar û xiyanetkar ku di pêvajoya qirkirinê de ji ewlekariya Şengalê berpirsyar bû, dema DAÎŞ’ê êrîşî Şengalê kir, bêyî ku ti fîşekekê biteqîne reviya û paşve vekişiya, bi sed hezaran Kurdên Êzidî, jin, ciwan, kal û pîr û zarok bê parastin di nav lepên DAÎŞ’ê de hiştin.

Em hemû encamên wê dizanin. Ev koma canî, dijminê jin û olperest ê tundrew a bi navê DAÎŞ’ê, jin, zarok, ciwan û pîr zêdetirî 5 hezar Kurdên Êzidî yên li Şengalê qetil kirin. Bi hezaran jin û zarok revandin û tecawiz kirin û li bazarên koleyan ên ku ava kiribûn, ew wek kole firotin. Bi sed hezaran mirov neçar kirin ku ji vê xaka ku ji destpêka dîrokê heta niha lê mal û milkê xwe ava kiriye biterikînin. Ger gerîla bi hewara wan negihîştiba wê DAÎŞ’ê bi qasî ku hema bêje hemû erkên ku axayên wê dabûn pêşiya wî bi cih anîba. Bi destwerdana dîrokî ya komek gerîlayên HPG-YJA STAR û şervanên YPG-YPJ’ê, bi sed hezaran Kurdên Êzidî ji komkujiyê rizgar bûn. Careke din em şehîdên xwe yên di sala 9’an a rizgarkirina Şengalê de bi qehremanî li berxwe dane û şehîd bûne bi minetdarî bi bîr tînin û berpirsên vê qirkirinê bi kîn û nefret şermezar dikin.

Kurdên Êzidî çawa ku li hember hemû fermanên di dîrokê de li ser wan hatî kirin, di serî de çiyayê Şengalê xwe spartine kûrahiya çiyayên Kurdistanê. Bi deh hezaran ji wan neçar man koçî Bakur-Başûrê Kurdistanê û Rojava bikin. Hatina gerîlla wek Xizir ew dîsa rakirin ser piyan. Xwedî li gerîla derket û zarokên xwe şandin li kêleka gerîla şer bikin. Bi hêz û morala ku ji gerîla girt hêza xweparastina xwe ango YBŞ-YJŞ’ê ava kir û bi avakirina meclîsa xwe ya bi nûnerên ku ji aliyê gel ve hatine hilbijartin ku tê de karibe xwe birêve bibe, îlan kir ku ew xwedî wê hêzê ne ku dikarin bêyî netew-dewletên cîhanê û herêmê hebûna xwe, çand, bawerî û nasnameya xwe ya etnîkî biparêzin. Em vê helwesta dîrokî ya têkoşînî ya gelê me yê Şengalê û jinên me ku bi avakirina xwerêveberî û xweparastinê li hemberî rastiya qirkirinê nîşan dane silav dikin.

Ti tiştek wekî ku zaliman difikirîn û plan dikirin pêşve neçû. Ne karîn Şengalê ji Kurdên Êzidî vale bikin, ne jî şerên olî derxînin. Yên ku li Şengalê bi ser ketin Kurdên Êzidî yên mil dan gerîla bûn.

DYE, Iraq, dewleta Tirk û hevkarên wan ên li Başûrê Kurdistanê PDK’ê, ji ber ku nekarîn hezim bikin ku Kurdên Êzidî ji qirkirina cenewarekî mîna DAÎŞ’ê rizgar bûn û bi berxwedanê qezenc kir û organên xweparastinê û xwerêveberiya xwe ava kir; di 9’ê Cotmeha 2020’an de bi Peymana Şengalê re Fermana 74’an ragihandin.

Bê guman ev peyman fermanek nû ye. Ev hêz ji bo ku Kurdên Êzidî bêparastin, bê hêz û bê îrade bikin, ji hemû aliyan ve êrîş dikin. Dewleta Tirk a dagirker, zêdexwaz, mêtinger û faşîst, weke aktorê sereke yê fermana 74’an, hema bêje her roj bi êrîşên balafirên bê mirov, Iraq bi çewsandin, gefên dagirkeriyê û şantajên ji bejahiyê ve, PDK jî bi operasyonên provokatîf êrîş dike. Em van hêzên ku di 9’emîn salvegera qirkirinê de hewl didin berxwedana jinên Êzidî têk bibin şermezar dikin û bi vê wesîleyê bang li hêzên navneteweyî dikin ku erka xwe pêk bînin. Di vê serdemê de gelek dewletan êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser Şengalê weke jenosîd qebûl kirin. Divê ev helwest ji aliyê dewletên din ve wek mînak bê girtin. Dîsa em daxwaz dikin ku welatên ku jenosîdê nas dikin, li gorî vê biryara rast ku girtine, berpirsiyariya xwe ya pirsîna hesabê ji hêzên ku berpirsiyariya wan di êrîşan de hene bi cîh bînin.

5 hezar kes bi awayekî hovane hatin qetilkirin, nêzî 80 gorên komî hatin tesbîtkirin, nêzî deh hezar Şengalî hatin revandin, hîna jî agahî ji hezaran jin û zarokên dîl nayên girtin, bîst û pênc hezar kes hîn jî weke penaberên ji cih û warên xwe dûr di nava şert û mercên herî dijwar de dijîn; ev rastiya ku binesaziya Şengalê ku di dema şer de hilweşiya û pêwîstiyên herî bingehîn ên mirovan yên wek cihên perwerdehî, tenduristî û cihên îbadetê bi erdê re hatin kavilkirin nehatine avakirin, di rewşeke wiha de ji bo mirovahiyê şerm e ku welatên weke Tirkiye û Iraqê konsepteke nû ya êrîşê xistine pratîkê.

Di ser qirkirinê re 9 sal derbas bûn û 400 hezar kes jî koçber bûn. Bi deh hezaran ji van kesan karîbûn vegerin. Hîn bi sed hezaran di kamp û ​​konan de ne û bi hezaran jî hatine qetilkirin. Hîn bi hezaran di gorên komî de ne. Li hemberî van hemûyan hêzên navneteweyî di nava bêdengiyeke mezin de ne. Dema ku Şengal di Cotmeha 2015’an de ji çeteyên DAÎŞ’ê hat rizgarkirin, civaka navneteweyî soz da ku alîkariya avakirina navenda bajarê Şengalê bike. Ev sozên ku dabûn Kurdên Êzidî ku tenê daxwaza wan ew bû ku li ser axa xwe bi azadî û weke mirov bijîn, yan hatin jibîrkirin yan jî pêk nehatin.

Hêj jî derdora 3000 jin û zarokên Şengalê li benda rizgarbûna ji destên van qatilan in, ev jî ji bo mirovahiya cîhanê şerm e. Piştî ku 9 sal derbas bûn jî, ti hêzên ku ji qirkirinê berpirsyar in nehatin darizandin, sûcdar nehatin eşkerekirin, pêvajoyên hiqûqî û siyasî nehatin meşandin.

Em diyar dikin ku di vê sala 9. a qirkirinê de hêzên navneteweyî û raya giştî jî ji ber ku heta niha ji hêzên ku rola wan di qirkirinê de zelal bûye hesab nepirsîne berpirsyar in. Divê em ji bîr nekin ku em ji ronîkirina jenosîdê, hesabpirsîna berpirsyaran, bidestxistina berjewendiyên gelê Êzidî û pêşîgirtina li qirkirinên nû berpirsyar in.

Ji ber vê yekê em bang li hemû hêzan dikin ku di qonaxa niha de ji bo ku berpirsyariya xwe ya qebûl bikin ku tişta pêk hatiye, qirkirin e, hesab ji berpirsyaran bipirsin, ji bo azadkirina jinên Êzidî û zarokên wan ên hîn jî dîl in, xebatên navneteweyî yên bi bandor bên meşandin û ji bo ku bûyer di hiqûqa navneteweyî de weke femînîsîd bê naskirin têkoşîneke bi bandor rêvebibin, bi berpirsiyariya xwe rabin.

Dîsa weke jin ji bo ku ev rastiya qirkirina dijmirovahî ya ku encama îdeolojiyên zayendperest, neteweperest, mezhebî û olî ye dubare nebe, pêwîst e têkoşîna gerdûnî li her derê bilind bikin. Em vê êrîşa dijmirovahî ya li ser jinên Êzidî weke êrîşa li dijî hemû jinan dinirxînin, divê em avakirina hevgirtina jinên gerdûnî ji xwe re weke erka xwe bibînin. Ji bo ku nehêlin van êrîşên ku îcadên zêhniyeta mêr in dubare bibin, divê em tevna têkoşînê ya gerdûnî ya ku têkoşîna hevpar mezin bike û pergala baviksalarî ber bi veguhertineke radîkal ve bibe, ava bikin. Bi vê boneyê em şehîdên YPJ’ê Jiyan, Barîn û Roj ên ku di 22’ê Tîrmehê de di encama êrîşa balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a faşîst a dagirker li ser Rojava de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin. Fermandarên YPJ’ê yên jiyana xwe ji dest dane jinên ku li eniyên şer di şerê li dijî DAÎŞ’ê de li ber xwe dan. Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî pergala zilamsalar ku qirkirin û qetlîaman li ser jinan ferz dike, rêxistina wan tehamul nake, jinan bi qanûnên paşverû û mirinê ceza dike, bibin yek û têkoşîna hevpar bilind bikin.

ANF-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button