‘Êzidî parastina xwe di Asayîşa Êzîdxanê de dibînin’

Di salvegera Fermana 74’an de rêvebere Asayîşa Êzidxanê Şêrzad Şemo qala avabûn û erka asayîşê kir û diyar kir ku asayîş ji gel ava bûye û civaka êzidî parastina xwe di Asayîşa Êzîdxanê de dibîne.

Di ser fermana 3’yê Tebaxa 2014’an re 8 sal derbas bûn. Di demeke wiha de, mijara xweparastinê ya civaka êzidî û saziyên wê yên parastinê jî rojeveke sereke ya şengaliyan e. Beriya fermanê hem peşmêrgeyên PDK’ê hem jî hêzên Iraqê li Şengalê ewlehî girtîbû, lê belê çawa fermanê dest pê kir, pişta xwe dan civaka êzidî û ew bi komkujiyê re rû bi rû hiştin.

Bi berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ’ê re cîwanên êzidî ve hêza parastina Şengalê Asayîşa Êzîdxanê ava kir.

Endamê Rêveberiya Asayîşa Êzîdxanê Şêrzad Şemo bi boneya salvegera fermanê û rola Asayîşa Êzîdxanê di parastina civaka Şengalê de, ji ajansa me re axivî.

Şêrzad Şemo, di serî de qurbanî û şehîdên fermanê bi bîr anîn û diyar kir ku mafê xweparastinê, mafê herî qedîm û rewa ye û wek civaka êzidî nabe ew dîsa pişta xwe bi hêzeke din germ bikin û got: “Asayîşa Êzîdxanê rewa ye. Rewatiya xwe, ji gelê xwe digire, ji şehîd û berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ’ê digire.”

Şemo, li ser rista asayîşê got: “Asayîşa Êzîdxanê ji bermahiya fermanekê derket holê. Dema ku DAIŞ li vir serdest bûbû, asayîşê karî bi YBŞ-YJŞ’ê re, bi sazî û dezgehên Meclisa Xweser re bi roleke baş rabe. Bi derfetên kêm jî be bi rola xwe rabû, karî civakê û nirxên civakê biparêze.”

Şêrzad Şemo bal kişand ser ku piştgirî û alîkariya ji civaka Şengalê re di avabûna Asayîşa Êzîdxanê de girîng bû û wiha pê de çû: “Asayîş, bû sedema avabûna emniyet û ewlekariya navxweyî ya Şengalê da ku civaka koçberbûyî bi rihetî bikare vegere ser axa xwe. Vê yekê jî rola asayîşê bilindtir kir. Niha, wek Asayîşa Êzîdxanê em dibînin ku miletek li pişta te ye, yê heya dawî jî piştevanê te be. Vî miletî şahidiya wê kir ku di rojên zehmet, tengaviyên mezin de xwedî li wê derketiye. Em jî wek hêz, hêza vî miletî ne, em hêza parastina vî miletî ne. Ne tenê di warê parastina ji êrişên leşkerî û terorî de; di parastina çand, milk û malê milet de, di parastina jîngeh û gelek mijarên din de bi erka xwe radibin. Milet jî xwedî li Asayîşê derdikeve, ji ber ku hebûna xwe di hebûna Asayîşa Êzîdxanê de dibîne.”

‘HATIN Û ÇÛYINA PKK’Ê YA ŞENGALÊ FERMÎ BÛ’

Şemo bal kişand ser hinek derdorên ku zext û gefan li nirx û destkeftiyên Şengalê dixwin û bi gotina ku “Asayîşa Êzîdxanê rêxistineke PKK ye” hincetan ji bo êrişan çêdikin û wiha got: “Ev hemû hincet in. Dibêjin Asayîşa Êzîdxanê girêdayî PKK’ê ye. Tiştekî wiha tune ye. Cih û xebata PKK’ê diyar e. Êzidî ne tenê îro û duh li Şengalê dijîn. Ev herêm navenda civaka êzidî ye. PKK, partiyek e ku 40 sal e kar û xebat dike, doza mafê gelekî dike. Çima beriya wê nehatîbû Şengalê? PKK di cihê herî hesas de, dema ku herî zêde pêwîstiya milet bi alîkariyê hebû, di rojên herî zehmet de ku dema di destê DAIŞ’ê de mabû û tu kes xwedî lê derneketibû, hat hawara civakê. PKK, ne bi dizî derbasî Şengalê bû, bi fermî hat. Bi konvoyan, di bin tililiyên civakan de hatin, hatin gelek cihên Başûrê Kurdistanê jî û hatin heya Şengalê jî. Ev yêk, di bin çavdêriya hikumeta Iraqê de pêk hat. Dema vekişiya jî, di bin tililiyan de, di destê wan de bi gulan xatir xwestin, milet oxira wan bi xêr kir. Dema vekişiyan jî di bin çavdêriya hikumeta Iraqê de vekişiyan.”

‘RÊWATIYA ASAYÎŞA ÊZÎDXANÊ GEL DIDE’

Şêrzad Şemo diyar kir ku ew hêzeke meşrû ne û meşrûiyeta xwe jî ji gelê xwe digirin û wiha pê de çû: “Dema em ava bûn tu tiştek meşrû nebû, li Iraqê jî tu tiştek meşrû nemabû. Mirovahî hatibû binpêkirin, mirov hatibûn binpêkirin, kerameta mirov hatibû binpêkirin, zarok hatibûn serjêkirin, li wir meşrûiyetek çawa dimîne? Em jî ji dema jin û zarokên me bi hezaran ketin destê DAIŞ’ê, hatin. Yên ku îro behsa nemeşrûîyetê dikin, wê rojê li ku derê bûn. Yanî meşru ye heke zarokên me bikevin destê DAIŞ’ê! Yê ku îro Asayîşa Êzîdxanê û hêzên parastina vî gelî dikin mijara nemeşrûiyetê, ew DAIŞ’ê meşrû dikin. Em li hemberî DAIŞ’ê ava bûne. Em zilmeke wiha, careke din li ser miletê xwe qebûl nakin, em zarokên vî miletî ne, yên êşkişandî em in. Yên ku bi salan li vir li ber xwe dayî em in. Tu wateya xwe nîn e vê carê hinek derkevin li ser şaşî û meşrûiyeta me bixin lêpirsînê. Li vir eger miletê me dibêje vegera me ya Şengalê bi saya we ye, em vê esas digirin. Em şehîdên xwe esas digirin.”

Şemo anî ser ziman ku mafê xweparastinê mafekî bê nîqaş e û got: “Çima mafê me yê xweparastinê heye? Ji ber ku em di fermanekê re derbas bûn û tu kes li me xwedî derneket. Îro em parastina xwe dikin, miletê xwe, axa xwe diparêzin, wî barî radikin ser milê xwe.”

‘ŞENGALA ME Û ÇIYAYÊ ME DÊ ME BIPARÊZIN’

Endamê Rêveberiya Asayîşa Êzîdxanê Şêrzad Şemo bal kişand ser siyaseta li ser Şengalê tê meşandin û got: “Mixabin em dikevin sala 9’emîn ya fermanê lê hêja miletê me derbeder e. Hêja rojane îxanet lê tê kirin. Lîstikên siyasî li ser tên kirin. Hinek alî, li ser xwîna vê civakê dijîn. Ev ji bo me tiştekî gelekî biêş e. Me hêvî nedikir ku piştî fermanê jî wiha bazar li ser me bê kirin.”

Şemo bal kişand ser ku hê ferman li ser civakê xilas nebûne û aliyên siyasî hêja tîcaret û siyasetê li ser wan dikin û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Ji bo miletê me dixwazim bipirsim. Çima hêja em koçber in? Çima hêja em venagerin ser axa xwe? Çima nahêlin em vegerin? Çima hêja bi dehan lîstok li ser Şengalê têne meşandin da ku milet venegere? Ya muhîm îro em vê ji xwe pirs bikin. Ji derveyî Şengalê em nikarin hebûna xwe biparêzin. Ya ku me ji fermanan biparêze, Şengala me ye, çiyayê me ye. Divê civaka me dest ji menfaetên xwe yên şexsî berde. Yekbûna xwe em ava bikin. Em jî soz didin civaka xwe; hemû kar û xebatên me yê ew be ku em destûrê nedin wan ku fermaneke din bînin serê civaka me. Ez bang li civaka me ya koçberbûyî jî dikim ku bila vegerin Şengalê, Em bi hev re dikarin Şengalê ava bikin û biparêzin.”

ANH-AŞENGAL – BÊRÎVAN ŞENGALÎ

Show More
Back to top button