Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê: Ferman û berxwedanî didome, divê li Êzidiyatiyê xwedî  derkevin

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi wesîleya salvegera Fermana Şengalê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de şehîdên fermanê hatin bîranîn û hat gotin; “Me di nav 8 salan de xwe ji xweliya xwe ji nû ve afirand. Bi keda şehîdan û gelê xwe yê dilsoz me xwe gihand van rojan. Êdî dem hatiye ku em sîstema xwe ya parastin û rêveberiyê bi her awayî ava bikin, biparêzin û mîsoger bikin. Em bang li hemû Êzidiyên li Şengalê û çar aliyên cîhanê dikin ku ji bo tola şehîdan tevlî çalakiyên bîranîna fermanê bibin.”

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi boneya salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a Şengalê daxuyaniyek nivîskî belavkir.

Daxuyaniya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê wihaye;

‘Dîroka Êzdîxanê di rastiyê de dîroka ferman û berxwedanan e’

“Em wekî civaka Êzidî 8’emîn salvegera fermana 03.08.2014’an pêşwazî dikin. Her salekê ku me li pey xwe hiştin di berdêla 10 salan de bû. Li milekî ferman, qirkirin, talan û koçberî lê li mile din jî hêvî, bawerî, berxwedan û têkoşîna jiyana nû. Dîroka Êzdîxanê di rastiyê de dîroka ferman û berxwedanan e. Bi hezaran salan e ku şûrê fermanê ji ser sere me kêm nebûye lê bi hezaran salan e ku em ji bo hebûna xwe biparêzin û jiyana azad ava bikin, berxwedan û têkoşîneke mezin dimeşînin. Em beriya her tiştî şehîdên 74 fermanan bi minet û rêzdarî bibîrtînin ku bi saya serê wan me xwe gihandiye van rojan.

Fermana 03.08.2014’an li ber çavê hemû cîhanê çêbû. Dema çeteyên DAIŞ’ê wekî artêşa reş a xirabiyê Şengalê dorpêç kir û dest bi qirkirinê kir, tenê çand û ola me ya qedîm û Çiyayê Şengalê bûn hêz û stargeha me, wekî din herkes pişta xwe da me. Rast e ferman bi destê DAIŞ’ê hate kirin lê kî li pişt DAIŞ’ê bûn lazim e em vê zanibin û tu carî ji bîr nekin. Dewleta tirk a dagirker û Malbata Barzanî hevkar û şirîkên vê fermanê ne. Dema DAIŞ’ê Şengal dorpêç kir, pêşmergeyên PDK’ê ji Şengalê reviyan û hemû rêyan ji DAIŞ’ê re vekirin. Em vê ‘’Îxaneta Mezin’’ a PDK’ê tu carî ji bîr nakin û emê hesabê şehîdên fermanê herdem ji wan bipirsin. Artêşa Iraqê jî di wê roja reş de pişta xwe da civaka Êzidî û bû hevkarê vê fermanê.

‘Emê ne hevkarên fermanê nejî kesên di wê roja reş de li hewara me hatin, ji bîr nekin’

Nav li ser e, ferman… Ferman bê kuştin û talanê nabe. Komkujî, talan, destdirêjî, koçberî careke din bû para civaka Êzidî. Oldarên me li ber deriyên Qubeyan hatin şehîdkirin, serê kalemêrên me hate jêkirin, bi hezaran keç û jinên Êzidî wekî kole li bazaran hatin firotin û destdirêjî li wan hate kirin. Ma em çawa vê êşa mezin ji bîr bikin. Na, em ne hevkarên fermanê ji bîr dikin ne jî ew kesên ku di wê roja reş de bi hawara me ve hatin.

‘Şagirtên Rêber Apo ji deşt, çiya û bajaran xwe gihandin Şengalê’

Di wan rojên reş de herkes pişta xwe dabû Şengalê û direviyan. Pêşmergeyên PDK’ê, leşker û polîsên Iraqê, berpirsên siyasî û îdarî yên Şengalê hemû jî di nav çend saetan de bar kirin û reviyan. Lê kesên ku berê xwe dabûn Şengalê û bi hawara civaka Êzidî ve hatin jî hebûn. Şagirtên Rêber Apo, gerîlayên PKK’ê, şervanên YPG û YPJ’ê xwe li deşt, çiya û bajaran xistin û xwe gihandin Şengalê. Lazim e em ji bîr nekin ev axa pîroz û ola me ya qedîm çawa û bi çi berdêlên giran hatiye parastin. Ji bo DAIŞ were şikandin û Şengal were rizgarkirin bi sedan şehîdên giranbuha me dan.

‘Êdî wext hatiye pergala Rêveberiya Xweser a Şengalê were naskirin’

Piştî fermanê ev 8 sal in ku em şev û roj di nav têkoşîneke mezin de ne. Em ji aliyekî ve hewl didin ku pergala Rêveberiya Xweser ava bikin, ji aliyekî ve jî hesabê sûcên fermanê dipirsin. Di nav van 8 salan de gelên cîhanê, dewletên navteweyî rastiya civaka Êzidî û ya Şengalê kêm be jî nas kirin. Çend dewletên cîhanê fermana 2014’an wekî jenoside qebûl kirin. Beguman ev tiştekî baş e ji bo civaka Êzidî. Lê di serî de dewleta Iraqê, gelek dewletê cîhanê hê jî fermanê wekî jenoside qebûl nekirine. Em bi wesîleya salvegera fermanê, di serî de dewleta Iraqê bang li hemû dewletan dikin ku qirkirina Êzidiyan qebûl bikin. Lê ev jî ji parastina civaka Êzidî têr nake, em dibêjin ku êdî wext hatiye îradeya civaka Êzidî, pergala Rêveberiya Xweser a Şengalê were naskirin. Em baş dizanin ku heya statuya Şengalê neyê naskirin wê rê li ber fermanên nû neye girtin. Her wiha, lazim e ji hemû berpirs û sûcdarên fermanê hesab were xwestin. Bi sedan kujerên civaka Êzidî li Iraqê û Ewropayê ne. Bi wesîleya salvegera fermanê em bang dikin ku ji bo sûcên fermanê yasayên taybet werin derxistin, kesên sûcdar li dadgehên navneteweyî werin darizandin. Ji ber ku ev sûcê mirovahiyê ye û lazim e hemû mirovahî tevî civaka Êzidî hesabê ji wan kujeran û hevkarên wan bipirse.

‘Wê xweseriya Şengalê yekîtîya Iraqê xurt bike’

Di ser fermana 2014’an 8 sal derbas bûn, me di nav 8 salan de xwe ji xweliya xwe ji nû ve afirand. Bi keda şehîdan û gelê xwe yê dilsoz me xwe gihand van rojan. Êdî dem hatiye ku em sîstema xwe ya parastin û rêveberiyê bi her awayî ava bikin, biparêzin û mîsoger bikin. Niha wekî ku tê zanîn li Iraqê kriz û kaosa siyasî û civakî pir kûr bûye. Hin hêz û alî dixwazin rê li ber şerê navxweyî vekin û Iraqê parçe bikin. Em car din dibêjin, em alîgîrê yekîtiya Iraqê û yekbûna gelên Iraqê ne. Lê em dixwazin vê heqîqetê jî bêjin; eger Iraqê rastiya Şengalê û civaka Êzidî nas bikira, îradeya wê qebûl bikira wê yekîtîya Iraqê niha xurtir bûya. Bi salan e ku em projeya xwe ya çareseriyê pêşkeşî Iraqê dikin. Me her carê got ku xweseriya Şengalê yekîtîya Iraqê wê xurt bike, wê ji bo çareseriya pirsgirêkên Iraqê bibe derfeteke baş. Lê hikumetên Iraqê guh nedan vê rastiyê, em bi wesîleya salvegera fermanê dixwazin vê pirsê jî careke din bikin; Iraq ev 8 sal in çima jenosîda Êzidiyan qebûl nake, şehîdên fermanê wekî şehîdên Iraqê nas nake?

‘Wek civaka Êzidî alîgirê azadî û demokrasiyê ne’

Bi taybet hikumeta Kazimî, li şûna îradeya civaka Êzidî nas bike, bi ser Rêveberiya Xweser a Şengalê ve hat. Li şûna ku ji sûcdarên fermanê hesabê bixwaze, destê xwe avêt stûyê civaka Êzidî. Ev siyaset îro Iraqê anî merheleya şerê navxweyî û parçebûnê. Em careke din dibêjin, pirsgirêkên Iraqê bi demokrasi û azadiyê çareser dibe, em wekî civaka Êzidî alîgirê azadî û demokrasiyê ne. Û em dibêjin, kîjan hêz mafê xwe parastin û xwe rêvebirina Êzidiyan nas bike, emê bi wan re di nav diyalog û hewldanê çareseriyê de bin.

‘Ferman jî berxwedan jî berdewam dike’

Em bi wesîleya salvegera fermanê bang û hişyarî li civaka Êzidî jî dikin. Ferman û qirkirina li ser Êzidiyan berdewam e. Hê jî pêşengên civaka Êzidî tên şehîdxistin, bi dehezaran Êzidî li kampên Başûrê Kurdistanê rehin in. Siyaseta koçberkirinê berdewam e ku tiştê herî xeter jî ev e. Civaka Êzidî lazim e di ferqa vê rastiyê de be, ferman jî berxwedan jî berdewam dike. Loma civaka me ji her demî zêdetir lazim e xwedî li Şengalê, li Êzîdxanê, li Êzdiyatiyê derkeve. Lazim e xewn û xeyalên şehîdên xwe pêk bîne, tifaqa xwe bike, li derdora Rêveberiya Xweser a Şengalê bibe yek. Em encax bi xweseriya Şengalê dikarin xwe biparêzin û rê li ber fermanan bigirin. Lazim e civaka Êzidî xwedî li şehîdên xwe derkeve, fermanê ji bîr neke.

‘Tevlî merasîmên bîranîna fermanê bibin’

Em bang li hemû Êzidiyên li Şengalê û çar aliyên cîhanê dikin ku ji bo tola şehîdan tevlî çalakiyên bîranîna fermanê bibin. Di 3’ê Tebaxê saet di 10:00’an de ji bo rihê hemû şehîdên fermanê emê 3 deqe jiyanê rawestînin û rêz bigirin. Her Êzidiyek li cihê ku dijî tevlî vê çalakiyê bibe. Wekî din di 3’ê Tebaxê saet di 17:00’an de emê li navenda Şengalê ji bo bîranîna hemû şehîdan merasîmek lidarbixin. Em bang li hemû gelê xwe yê Şengalê dikin ku ji beşdarî merasîma bîranîna şehîdan bibin. Herî dawî em bang li partiyên siyasî, eşayîrî, oldar, rewşenbîr, jin, ciwan û hemû beşên civaka Êzidî dikin ku ji her salê xurtir beşdarî bîranîna fermanê bibin, ji sûcdaran hesabê fermanê bixwazin û tola şehîdan rakin.”

ROJNEWS-NAVENDA NUÇEYAN

 

Show More
Back to top button